Li Îranê di nava 6 mehan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin 2023-09-25 12:24:07   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Îranê di nava 6 mehên ewil ên sala 2023’yan de 41 jin û 11 zarok hatin qetilkirin. Hat destnîşankirin ku jin û zarok bi destê bav, bira, hevjîn, û nîşaniyên xwe ve hatin qetilkirin.    Li gorî rapora ku Navenda Belge û Îstatîstîkan a Mafên Mirovan a Hengawê amadekirî; di nava 6 mehên ewi ên sala 2023'yan de li rojhilatê Kurdistanê û Îranê 41 jin û 11 zarok hatine qetilkirin. Li gorî raporê du bajarên ku herî zêde jin lê hatine qetilkirin Tehran û Ûrmiye ne.    Di raporê de hate destnîşan kirin ku ji 52 cînayetan 20 jê di bin navê namûsê de hatine kirin, ji 52 kesan 11 zarokên dibin 18 salî de û 10 salî ne bi heman hincetê hatine kuştin. Di rapora ku hate diyarkirin ku faîlê 28 jinan hevjînên wan e de hate destnîşan kirin ku 4 jin ji aliyê dergistiyê wan, 3 ji aliyê mêrên hev berdane ve, 8 jin ji aliyê bavên wan ve û 6 jî ji aliyê birayên wan ve hatine qetilkirin.    Parêzerê mafê mirovan ê Hengawê û rayedarê bilind ê hiqûqê Faraz Firouzi Mandomi têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Komara Îslamê ya Îranê bi mudaxileya jiyan û xwepêçana jinan, mafê jinan ê esasî bin pê kir. Her wiha gelek caran bi navê ‘namûs’ û ‘şerefê’ peywira xwe ya parastina jin û zarokan piştguh kiriye, ji ber vê yekê jî jinan teslîmî otorîteya bav û hevjînên wan kiriye.