Ozgokçe: Destûreke bingehîn ku cudatiyan esas digire pêkan e 2023-10-13 09:10:53   WAN - Aktivîsta mafên jinan Zozan Ozgokçe diyar kir ku ew destûreke bingehîn a aştiyane diparêzin û got: "Bi marjînalîzekirina jinan û kurdan destûreke bingehîn nayê çêkirin. Em dixwazin her kes bi cudahiyên xwe wekhev in. Destûreke bingehîn a bi vî rengî pêkan e û divê pêk bê."    Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan ji zû de ye behsa guherandina destûra bingehîn dike. Di 1'ê cotmehê de bi vekirina meclisê re guherandina destûra bingehîn careke din bû rojev. Erdogan di axaftina xwe ya vekirina meclisê de bang li partiyan kir ku piştgiriyê bidin destûra bingehîn a nû.    Lê ji ber ku Huda Par û Partiya Yenîden Refahê ku di hilbijartinên giştî yên 2023'yan de bi AKP-MHP'ê re tifaq çêkirin, "Qanûna Medeniyê", "Mafê Nefeqeyê" û "Qanûna bi hejmara 6284'an" hedef girtin jin biendaze nêzî guherandina destûra bingehîn dibin. Rêxistinên jinan diyar dikin ku heya mafên jinan neyên mîsogerkirin û aştiya civakî çênebe dê destûra bingehîn nebe destûreke bingehîn a bibandor.    Aktivîsta mafên jinan feminîst Zozan Ozgokçe destnîşan kir ku divê li hemberî van polîtîkayên li dijî jinan ku desthilat û partiyên li cem wê wan bi rê ve dibin, jin têkoşîna rêxistinkirî bi pêş ve bibin.    ‘EM DESTÛRA BINGEHÎN A AŞTIYANE DIXWAZIN'   Ozgokçeyê diyar kir ku desthilat ji bo xespkirina mafên bingehîn ên jinan tim civakê ajîte dike û got: "Desthilat bi rojeva xw eya şer û operasyonan hewl dide rojeva mafên jinan daxilî rojeva xwe neke. Desthilata ku dixwaze derbê li destkeftî û mafên jinan bixe, rojevê diguherîne û planên xwe pêk tîne. Berê pir li ser zewaca di temenekî biçûk û zînayê de axivîn. Niha destûra bingehîn di rojevê de ye. Em jî bi salan e îşaret bi destûreke bingehîn a sivîl  aştiyane û her kesî dihewîne dikin. Em doza destûreke bingehîna  mirovane dikin. Ji bo vê jî divê em li ber xwe bidin."    ‘TIRKIYE VEGUHERÎ SERGOYA QANÛNAN'   Ozgokçeyê anî ziman ku divê destûrên bingehîn ên demokratîk û aştiyane bên çêkirin û got ku destûreke bingehîn a ku hemû gelan bihewîne û li gor mafên bingehîn ên mirovan pêkan e. Ozgokçeyê wiha domand: "Welêt niha veguheriye 'sergoyê qanûnan'. Lê halbûkî mîsogerkirina mafên me yên bingehîn pir hêsan e. Sedemeke fesixkirina Peymana Stenbolê jî mafên LGBT+Î'yan û di heman demê de bihêzbûna jinê ya di nava malbatê de bû. Ji ber ku ji gotina 'beyana jinê esas ' tirsiyan, Peymana Stenbolê hat fesixkirin. Yanî destûra bingehîn bi krîmînalîzekirina jinan, kurdan, LGBT+Î'yan û kêmarên din nayê çêkirin. Em dixwazin her kes bi cudahiyên xwe wekhev in. Destûreke bingehîn a bi vî rengî pêkan e û divê pêk bê."     RÊXISTINKIRIN   Ozgokçeyê diyar kir ku jin divê li dijî ferasetên ku dixwazin destkeftiyên jinan binpê bikin têkoşîneke rêxistinkirî ava bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gelek platformên xweş hene. Mesela, aktivîzmeke dîjîtal heye. Divê her qad bibe qada rêxistinkirinê. Li patform û înîsyatîfên cuda, divê rêxistinkirin esas bê girtin. Di meseleyeke biçûkçik de jî divê em bi awayekî rêxistinkirî hereket bikin."