Ji jinan banga têkoşîna hevpar: Tirkiye sûcê şer dike 2023-10-14 09:05:38   STENBOL - Jinên ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, diyar kirin ku Tirkiye sûcê li dijî mirovahiyê û şer kiriye û li dijî êrişan îşaret bi têkoşîna hevpar kirin.    Êrişên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Di êrişên dawî de ku binesaziya herêmê hedef tê girtin, 2 jê zarok 47 kesan jiyana xwe ji dest da. Nûnerên jin ên partiyên siyasî ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan, li dijî polîtîkayên şer îşaret bi girîngiya têkoşînê kirin.    ‘ÊRIŞÊN BERFIREHKIRINA QADÊN DAGIRKERIYÊ'   Ji Rizgariya Jinan Gamze Taşçi destnîşan kir ku êrişên li ser qadên jiyanê yên sivîl û binesaziyê nayên qebûlkirin û got ku desthilat bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwaze qadên xwe yên "dagirkirinê" berfireh bike. Taşçi anî ziman ku desthilat çalakiya di 1'ê Cotmehê de li dijî Wezareta Karên Navxweyî wekî hincet nîşan dide û bi vê re dixwaze piştgiriya navneteweyî ber bi xwe ve bikişîne û got ku ew bi desthilateke ku sonda qedandina têkoşîna azadiyê ya kurdan xwariye re rû bi rû ne. Taşçi wiha got: "Jinan ji destpêkê ve pêşengiya Şoreşa Rojavayê kiriye. Bi atybetî li dijî barbartiya DAIŞ'ê û hemû hêzên emperyalîst ên li wir, ji bo çarenûsa xwe û azadiya xwe daxilî nava pêvajoyekê bûn. Jinên kurd bi têkoşîna xwe peyam dan jinên cîhanê ku çawa azadiya xwe bi dest dixin. Faşîzma AKP-MHP'ê û tifaqa wê ya mêrî ji Şoreşa Rojavayê pir nerihet dibe."    ‘DESTHILAT LI ROJAVAYÊ SÛCÊ ŞER DIKE'   Taşçi anî ziman ku desthilat sûcê şer dike û ev ne yê ewil e û wiha pê de çû: "Êrişa faşîzma AKP-MHP'ê ya li ser Rojavayê sûcê li dijî mirovahiyê ye, sûcê şer e. Pergala patrîarkal bi taybetî di dema şer de berê xwe dide jinan û jin zêde rastî şideta mêr tên. Dewlet, desthilat di êrişên li hemberî gelên ku wekî dijberê xwe diheisînin de, êrişa li ser jinan wekî hevtayê dagirkirina wê xakê dihesibînin. Lê divê em li dijî vê pegrala patrîyarkal piştevaniya jin û têkoşîna enternasyonalîst a jinan xurt bikin. Divê tevgera jinann a Tirkiyeyê li dijî êrişên li ser destkeftiyên jinan ên li Rojavayê bê cem hev. Divê em li dijî rejîma AKP-MHP'ê bibin yekhelwest."    ‘DIVÊ EM BI HEV RE LI DIJÎ ŞER RABIN'   Ji Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sanem Denîz Kûral a sosyalîst û feminîst, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê her tim li dijî meseleya kurd ji dêvla çareseriyeke demokratîk û siyasî polîtîkayên şer esas tê girtin û got: "Demildest divê dest ji vê bê berdan. Divê çareseriyeke ku gel wekî hev tên hesibandin û bi biratî dijîn esas bê girtin. Lê niah tersa vê tê kirin. Ev yek bi kêrî tu kesî nayê. Ev êriş veguherîne polîtîkayeke ku desthilata AKP-MHP'Ê pê hilbijartinan bi dest dixe. Niha car din hilbijartin heye û sînorên Sûriyeyê derbas dike û polîtîkayên xwe yên şer didomîne. Divê em bi hev re li dijî vê rabin."    ‘ÊRIŞÊN JI BO TUNEKIRINA RÊVEBERIYA XWESER'   Seroka Malên Gel a Stenbolê Zeynep Çelîk jî destnîşan kir ku Tirkiye 8 sal in bênavber êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Çelîk destnîşan kir ku desthilat siyaseta şer li gelên Rojhilata Navîn ferz dike û got: "Bi şerê Îsraîl-Filîstînê re konsepteke kuy hevsengiya tevahiya Rojhilataê guherî rû dide. Tirkiye jî naxwaze li derî vê bisekine û li zemînekê digere ku êrişên xwe yên li ser Rojavayê rewa bike. Li dijî şer ji xeynî rêxistinkirina aştî, yekitî û rêxistinkirina gelan tu vebijerkeke me ya din tune ye."    ‘DIVÊ EM ZEMÎNA TIFAQA HEVPAR A BI JINAN RE PÊK BÎNIN'   Çelîk bilêv kir ku şer ji bo jin û zarokan dibe sedema rûxandineke mezintir û got ku di sedsala 21'emîn de jin hê jî wekî xenîmeta şer tên dîtin. Çelîk wiha axivî: "Di dawiya her şerî de bazirganiya jin û zarokan, detsdirêjî û qirkirinê zêde dibin. Şerên niha yek jê jî ne bi daxwaza azadiya gelan e. Bi temamî şerê emperyalîstan e. Û di vî şerî de ne pêkan e ku mirov li benda hiqûq, exlaq û etîkê be. Tekane tişt ew e ku li Rojhilata Navîn bi jinan re zemînên tifaqa dijberiya şer bên çêkirin û ev yek li qada navneteweyî bê bilêvkirin."    MA / Esra Solîn Dal