Jinan bertek nîşanî helwesta AKP’ê ya durû dan 2023-10-14 16:26:53   ÎZMÎR - Endamên Platforma Jinan a Îzmîrê, bertek nîşanî helwesta durû ya AKP’a dersa mirovahiyê dide Îsraîlê û li dijî gelê kurd polîtîkayên şer dide meşandin dan.    Platforma Jinan a Îzmîrê têkildarî şer û xizaniyê li ber Îskeleya Keştiyan a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Jinên ku pankarta "Em li dijî xizanî û şer jiyanê diparêzin" vekirin, dowizên "Ji dagirkeriya mêtinger a ji Rojava ber bi Filistinê ve bibêjin bisekine" , "Butçeyê ne ji şer ji jinan re veqetînin", "Wê yên emperyalîst têk biçin gelên li ber xwe didin bi ser bikevin" hilgirtin. Jinan dirûşmeyên "Jin jiyan azadî" , "Ew ê jin êdî bêdeng nemînin" , "Em bêdeng nabin, natirsin û serî natewînin" berz kirin. Li ser navê jinan Rûken Emektar daxuyanî xwend.    ‘ÎSRAÎL HER ROJ GELÊ FILISTÎNÊ QETIL DIKE’    Emektar, da zanîn ku ji bo jinan li cîhanê dereke ewle nema ye û wiha got: “Li Rojhilata Navîn pevçûnên ji bo berjewendiyê tu carî neqediyane. Ji du milyonan zêdetir mirov li vir in. Av, xurek, ceyran ji ser wan tên birîn. Îsrail bi bombebarana bi rojan e dewam dike re gelê Filistinê qetil dike. Di nava tu şert û mercan de hinceta mafdar a vê hovîtiya ku vediguhere tundiya mêr tune ye. Di şer de ev tundî li bedena jinan tê kirin.   EM HELWESTA AKP’Ê YA DURÛ QEBÛL NAKIN   Tirkiye budçeya xwe ji şer re vediqetîne. Tirkiye sêyemîn welatê NATO'yê ku budçeyê ji şer re vediqetîne. Em helwesta AKP'ê ya durû qebûl nakin. AKP li welêt polîtîkayên nîjadperest, şoven ên dibin sedema cihêkariyê dixe meriyetê. Yên li dijî gelê kurd û gelên din polîtîkayên şer dixin meriyetê nikarin behsa mafê mirovan bikin.”   DIVÊ DAWÎ LI POLÎTÎKAYÊN ŞER BÊ ANÎN   Emektar, bi lêv kir ku ew ne ji şer û çekan re ji jinan re budçeyê dixwazin û wiha pê de çû: “Em çareseriya meseleya kurd a xwe dispêre mafên hevpar dixwazin. Divê ji bo vê jî rêya siyaseteke demokratîk vebe. Divê dawî li polîtîkayên şer bê anîn. Em ê li dijî hovîtiya kapîtalîst a ji ser bedena jinan tê meşandin, piştevaniya enternasyonal a jinan ava bikin.”   Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.