Jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya bi Pirneteweyî de civiyan 2023-10-15 15:08:27 NAVENDA NÛÇEYAN -  Li bajarê Barîloche yê Arjantînê bi hezaran jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya Pirneteweyî de li hev civiyan.  Jin dê roje yekem a kombûnê de mijara "Li Kurdistan û Tirkiyeyê Şoreşa Jinê" dê were nîqaşkirin.    Li bajarê Barîloche yê Arjantînê bi hezaran jin di 36'emîn Kombûna Jinê ya Pirneteweyî de li hev civiyan. Kombûn, serê sibehê bi axaftina destpêkê ya lîdera manewî ya gelê xwecihî yê Patagonîayê Mapûçeyan, Maçî destpê kir. Maçî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya berxwedana ji bo parastina hebûna gelên xewecihî û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî dîroka mêtingeriyê bi hezaran salan hatiye dayin û divê bigihêje asteke hîn bilindtir. Maçî bal kişand ser girîngiya azadiya girtiyên siyasî û bi taybetî jî girtiyên siyasî yên Mapûçiyan.   Piştî axaftinê peyama bi dîmen a endama Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan a ji çiyayên Kurdistanê li ekranê mezin hate nîşandan.   Hevdîtin wê sê rojan dewam bike. Bi banga Femînîstên Abya Yala û Tevgera Jinê ya Kurdistanê îro dê mijara 'Li Kurdistanê û Cîhanê Şoreşa Jinê' were nirxandin.   Ev hevdîtin ji bo parêzvaniya mafên jinê û mafên gelê xwecihî weke platformeke krîtîk tê nirxandin.