Stier: Jinên kurd kirin ku em femînîzmê jinûve bifikirin 2023-10-19 10:10:42 ENQERE - Sekretera Giştî ya BastA’yê Franziska Stier diyar kir ku têkoşîna tevgera jinên kurd a ji bo çareserkirina pirsgirêkên jin, xweza û civakê bandoreke mezin li Ewropayê kir û wiha got: “Kirin ku em li ser hinek aliyên femînîzmê jinûve bifikirin.”  Sekretera Giştî ya BastA’yê (Basels Starke Alternative/Alternetîfa Xurt a Baselê) Franziska Stier tev li kongreya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a di 15’ê cotmehê de li Enqereyê hate lidarxistin. Stier, got ku li ser navê piştevaniya jinê tev li kongreyê bûye û ev demekî dirêje bandora tevgera jinên kurd a li ser Ewropayê dişopîne. Stier, diyar kir ku têkoşîna jinên kurd bandorê li seranserî jinên cîhanê dike.    'TÊKOŞÎNA ME HEMAN TÊKOŞÎN E’   Stier, destnîşan kir ku têkoşîna wan û ya HEDEP’ê heman têkoşîn e û ev tişt anî ziman: “BastA, partiyeke femînîst, ekolojîk û sosyalîst e. Li gorî me, di cîhaneke kapîtalîzmê de edaleteke civakî mimkin nîne. Di cîhana kapîtalîst û emperyalîst de tiştekî gelek girîng e ku em piştevaniyê bidin hemû gelan. Xeta me û HEDEP’ê heman xet e. Em li dijî rastigirî û faşîzmê têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Em ji bo mafên jinan têdikoşin. Ji b edaleta civakî, femînîzm û ekolojiyê têdikoşin. Ji bo avakirina jiyaneke nû têdikoşin. Divê em bi hev re hînî avakirina rêya nû bibin.”    ‘EM HÊZA JINÊN KURD HÎS DIKIN’   Bi domdarî Stier got ku di kongreya HEDEP’ê de dîsa bûye şahida girîngiya tevgera azadiyê ya jinan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji roja dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ derketî heta niha pir bihêz e. Li Swîsreyê me ji bo greva jinan a ewil konferansek li dar dixist. Jinên kurd jî di nav de li pêşberî nêzî 500 jin û LGBTQ+’yiyan em qîriyan. Kêliyeke pir xweş bû. Her wiha piştî qetilkirina Jîna Emînî, femînîstên lîberal jî dest bi berzkirina vê dirûşmê kirin. Dirûşma jin, jiyan, azadî ji bo min gelek girîng e. Ji ber ku ev dirûşm vê dibêje; divê jin xwe azad bikin û ji bilî jinan tu kes nikare vê ji bo jinan bike. Bi taybet jî divê em li gel xwişkên xwe têbikoşin û weke komunistên alman gotine, heke em nekarin xwe azad bikin û heke em bi tena serê xwe vê pêk neyînîn, dê ev têkoşîn bi ser nekeve. Jin, jiyan, azadî jî têkoşîna jiyan û azadiyê ya jinan vedibêje. Dibêje ku divê jin di nava azadiyê de bijîn. Gelek komên femînîst bi vê dirûşmê dizanin. Gelek komên femînîst, gelek femînîst an jî komên femînîstên çep di her xwepêşandanan de vê dirûşmê berz dikin. Dibêjin ku dê xwe azad bikin. Ji ber ku heke hûn vê dirûşmê bi zimanên kurdî, almanî, tirkî yan jî ingilîzî berz bikin, hûn wê demê hêza dirûşmê û ya tevgera jinên kurd hîs dikin.”    ‘BI PIRSGSIRÊKÊN CIVAKÎ RE ELEQEDAR E’    Di berdewamê de Stier daxuyand ku tevgera jinên kurd bandor li têkoşîna jinan a li Swîsreyê jî kiriye û ev tişt anî ziman: “Grevên jinan bandoreke mezin li ser gelek komên çepgir û femînîst kir. Bi vê yekê re me paradîgmaya Ocalan bêhtir nas kir. Me ferq kir ku dema em li ser mijarên weke mafên xebatkarên xizmetên civakî yan jî karkeran, girîngîdayîna xwezayê û hwd. nîqaşan dikin, divê em jinûve bifikirin. Ji ber ku gelemperiya jinên femînîst ên rojavayî tenê li ser keda jinê û bedena jinê disekinin. Têkildarî mijarên din ên civakî pir kêm disekinin. Lê belê tevgera jinên kurd pir hûr û kûr li ser pirsgirêkên jin, xweza û civakî disekine. Ya herî girîng jî dike ku jin di siyasetê de hebe û li gorî xwe rê û rêbazan bi kar tîne. Di vê çarçoveyê de tevgera jinên kurd kir ku ji bo avakirina femînîzmeke nû, em li ser hinek aliyên femînîzmê jinûve bifikirin.”    ‘JIN JIYAN AZADÎ BANGAWAZIYA HERÎ BAŞ E’   Stier, got ku ji bo temamiya jin bi hev re têbikoşin bangawaziya herî baş “Jin, jiyan, azadî” ye û axaftina xwe wiha qedand: “Ez bangawaziya mezinkirina têkoşîna jinan a li Rojhilata Navîn û Ewropayê di vê dirûşmê de dibînim. Li her devera cîhanê têkoşîna jinan û LGBTQ+’yan a li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm û baviksalariyê heye. Heke em bibin yek, em ê bikarin li dijî wan şer bikin. Rewşa min û ya hemû xwişkên min ên cîhanê heman e. Tevgera jinên kurd, ji bo hemû jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê têdikoşe. Tevgera jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn hêzeke pir mezin dide me. Ji ber ku em dibînin bê ka ew çiqas têdikoşin. Em gelek tiştan ji wan hîn bûn. Li dijî kapîtalîzm, emperyalîzm û baviksalariyê em gelek caran bi rêbazên cuda têdikoşin. Û ez, xwişkeke wan im ku piştevaniya wan dikim.”    MA / Stêrk Sutcu