Jinên penaber çîrokên xwe parve dikin 2018-04-28 10:29:45   STENBOL - Jina penaber Pervin Bauzî ku zor û zahmetiyê jiyaye bi jinên Tirkiye re parve kir, diyar kir ku li aliyekî ji ber penaberiyê rastî cudakariyê tê, li aliyê din jî ji ber nasnameya xwe rastî gelek zor û zahmetiyan hatiye.    Jina penaber Pervin Bauzi (28) ku ji ber şerê li Sûriye koçî Tirkiye kir serpêhatiyên xwe bi jinên Tirkiye re parve kir. Baûzî ku tevî 2 zarokên xwe ji bajarê Qamişlo koçî Stenbolê kiriye, dema ji Sûriye derbasî Tirkiye bû 2 zarokên xwe jî bi xwe re anî Stenbolê. Wê û hevserê xwe jî ji ber li hev nekirin dest ji hev berdan. Pervîn Bauzî ku li navçeya Zeytinburnu tevî dayik û bavê xwe dijî, anî ziman ku ji ber nasnameya xwe rastî gelek zor û zahmetiyên jiyanê hatine û ji ber penaber e rastî cudakariyê tê. Bauzî piştî hat Stenbolê bi rêxistin û saziyên jinan ên Tirkiye re xwe da naskirin û zor û zahmetiyên bi serê wê de hatine bi saziyên jinan re parve kir. Bazuî tev li gelek panel û çalakiyan bû û hewl da bibe denge penaberan. Bauzî da zanîn ku ew niha bêtir nasnameya xwe ya jinê nas kiriye û hem rastî astengiyên nasnameyê tê û hem jî ji ber penaber e rastî cudakariyê tê.    EM RASTÎ CUDAKARIYÊ TÊN   Bauzî, destnîşan kir ku hem jin e û hem jî penaber e û ev yek zor û zahmetiyên derdikevin pêşberî wê zêdetir dike û pêwiste bêtir têbikoşe. Bauzî, bilêv kir ku 5 salin wekî penaber li Tirkiye dijî û di van 5 salan de rastî gelek astengî û cudakariyan hatiye û wiha axivî: "Li Tirkiye hem penaberî zor e û hem jî mirov jin be bêtir zor e. Em ji ber şer hatin vir. Lê em li vir jî rastî cudakariyanasnameyê hatin. Me li dijî vê helwesta cudakariyê têkoşînek mezin da. Ji ber ez ji Sûriye bûm gelek astengî derketin pêş min. Ne tenê ez hemû jnên penaber rastî hemû astengiyan tên. Jin li her karkerî û cihê xebatê rastî destdirêjî û êrişa zayentî tên. Dema ez li Qamişlo bûm, min ji berhemên organîk malzemeyên xweyikê ava dikirin û debara xwe dikir. Lê niha ez desgehiyê dikim. 2 zarokên min hene û min dest ji hevserê xwe berdaye. Zarokên min hêz da min ku ez bêtir têbikoşim. Ez ji bo zarokên xwe mezin bikin bêtir li ber xwe didim. Ez bi şev û roj kar dikim. Ji bo em li ser piyan bimînin divê em bêtir têbikoşin û li ber xwe bidin.    'LI KAMPAN TACÎZ Û TECAWIZ HEYE'   Buzaî, bibîr xist ku jin û mêr ne wekhev in û bêtir mafê jinê tê binpêkirin û wiha lê zêde kir: "Li kampên penaberan jin rastî pêkanînên dijmirovî tên. Rastî tacîz û tecawizê tên. Ji ber vê yekê ez neçûm kampan. Min nexwest zorokên min li kampan mezin bibin. Li wir şerekî taybet û jiyanek xerab heye. Jiyana li kampan ne tu jiyan e. Dema min zarokek da pişta xwe û zarokek xist hembêza xwe û ez ji şer reviyam min her tişt da ber çavên xwe. Ez niha li Zeytînbûrnû karê dezgehê dikim. Li vir mirovan cahîl û nezan dibînin. Dema min dezgeh dabîbû esnafekî li hemberî min trî nîşanî min dide û dibêje 'Ev çiye? Ev li cem we heye' Min jî ji hêrsan got 'Ma ev ne findeq e?' Wekî ku yên ji Sûriye hatine ji cîhanek din hatine nêzîk dibin. Yên penaber û Sûriye rastî heqaret, neheqî û pêkanînên xerab tên. "    MA / Necla Demir – Elîf Çetiner