TJA’yê têkildarî tiryak û fuhûşê daxuyanî da 2023-10-25 15:45:24   ÎDIR - Tevgera Jinên Azad ji bo ku balê bikişîne bikaranîna tiryakê û fuhûşê yên her ku diçe zêde dibin li navenda Îdirê belavok belav kir.    Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo ku balê bikişîne ser bikaranîna tiryakê û pêdanekirina fuhûşê li ber avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îdirê daxuyanî da çapemeniyê.    Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê rê nedin tiryak û fuhûşê. Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” hate vekirin. Endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), navend û navçeyên HDP’a Agirî û Îdirê, endamên Meclisa Ciwanan û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Metna daxuyaniyê Hevseroka DBP’a Îdirê Oya Malgaz xwend.    ‘BERPIRSYARTIYA ME HEMÛYAN E’    Malgaz, anî ziman ku dînamîka bingehîn a axa Kurdistanê jin û ciwan in û anî ziman ku bi polîtîkayên şerê taybet ên ji aliyê dewletê ve tên meşandin re jinên civakê pêk tînin ber bi çirava tiryak û fuhûşê ve tên kaşkirin. Malgaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê serdema ku madeyên hişbir û yên wekî wan derdora mirovên me weke torekê dorpêç kiriye de em weke partiyê ji bo jin û ciwanên me biparêzin tişta ji destê me bê em ê bikin. Em ê v ê pergala bi rêya tiryakê fuhuşê bi jinan dide kirin û ciwanan ber bi çirava tiryakê ve kaş dike bi gel û malbatên xwe re asteng bikin. Em ji vir bang li desthilatê û rayedaran dikin; Ev jehr ji bo hemû civaka me bixeter e. Xelasbûna vê jehra ku bingehê civakê xera dike, kevneşopiyan ser û bin dike di berpirsyartiya me hemûyan de ye.”   Malgaz, tiştên zarokên ku ber bi fuhûşê ve hatin kaşkirin û rastî tecawiza 6 mêran hat jiyan bi bîr xist û wiha lê zêde kir: “Em bûn şahid ku tiryak û fuhûşê çawa malbatek perîşan kir. 6 mêran bi çek û şantajê zarokeke keç a biçûk tecawiz kirin. Em gelek nûçeyên bi vî rengî dibihîzin. Ewilî zarokên me hînî tiryakê dikin û pişt re fuhûşê pê didin kirin. Tiryak û fuhûş li keçeke me ya ciwan hatiye kirin ew û malbata xwe mexdûr bûne.”   BANGA HESTIYARIYÊ    Malgaz, destnîşan kir ku li her taxê madeyên tiryakê û yên weke wan bi rehetî tên dîtin û firotin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke em bêdeng bimînin wê ev rewş bi xetertir bibe. Ji sedî 80’yê ciwanan madeyên tiryakê bikartînin. Ji bo ku em ciwanên xwe ji vê biparêzin divê em gavên pêwîst biavêjin. Em li dijî tiryak û fuhuşê bang li herkesê dikin ku bi hestiyar bin.”   Piştî daxuyaniyê girseyê li navenda sûkê belavok belav kirin û dirûşmeyên “Ji tiryakê re na!” û “Em mezinên van jî nas dikin, em li bajarê xwe ji tiryakê re dibêjin na.”