Cenazeyê Armîtayê li Tehranê hate veşartin 2023-10-29 19:29:20 WAN - Jina ciwan Armîta Girawend a li Îranê di encama êrişa polîsan ketibû komayê û duh jiyana xwe ji dest dabû li Tehranê hate veşartin.    Jina ciwan a 16 salî ya bi navê Armîta Ground, bi hinceta dersok nexistiye serê xwe rastî êrişa hêzên rejîma Îranê yên Gaşt î Îrşad hat. Di encama êrişê de Armîta Ground rakirin beşa lênêrîna awarte ya nexweşxaneyê. Armîta Girawend duh li Nexweşxaneya Fecrê ya Tehranê jiyana xwe ji dest da.   TEVLIBÛNA GIRSEYΠ   Cenazeyê Armîta ku hate astengkirin li Kirmaşanê bê veşartin, li Goristana Beheştî Zera ya li Tehranê bi girseyî hate veşartin. Cenazeyê Armîtayê di bin dorpêçê de hate veşartin. Hate diyarkirin ku 8 kesên tev li merasîma cenaze bûne hatine girtin.