‘Jin dê pêşengtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin’ 2023-10-30 09:09:54   STENBOL - Jinan diyar kirin ku di serî de tecrîd, çareseriya hemû krîzan xeta Rêya 3’yemîn e û anîn ziman ku dê pêşêngtiyê ji avakirina Rêya 3’yemîn re bikin.    Lijneya Jinan a Rêveberiya Herêmî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) beriya konferansa rêveberiyên herêmî ya dê di 12’ê mijdarê de li dar bixin, li Stenbolê atolyeyeke ku serenavên “Rêya Sêyemîn, Tifaq û Rêxistinkirin” hatin nîqaşkirin lidarxist. Rêvebera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Turkan Aşçi, Hevseroka HDP’a Kocaeliyê Aynûr Santo û hunermenda Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Baran Bozyel ên tev li atolyeyê bûn têkildarî avakirina Rêya 3’yemîn û polîtîkaya tecrîdê ji ajansa me re axivîn.    RÊYA 3’YEMÎN    Rêvebera HDP’a Stenbolê Turkan Aşçi, diyar kir ku Rêya 3’yemîn felsefeyeke ku xwedî bingeheke dîrokî û fikrî ye û anî ziman ku ev li Rojhilata Navîn konfederalîzm e, li Tirkiyeyê jî avakirina demokrasiya radîkal e. Aşçi, bi lêv kir ku bi tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hewl didin mudaxileyî polîtîkaya Rêya 3’yemîn bê kirin û diyar kir ku di aliyê muxalefeta civakî de jin her tim bûne hêza pêşeng.    Aşçi, axaftina xwe wiha domand: “Ji ber ku yek ji nasnameyên tune tên hesibandin jî nasnameya jinan e. Ji ber vê yekê qada ku îtîraz herî xurt lê derdikevin û pergalên kevneşopî herî zêde mudaxileyî wê dikin e. Jinan bi Şoreşa Rojava re li Rojhilata Navîn Rêya 3’yemîn ava kirin. Li Îranê jî ev hêz bi serhildanên di kesayeta Jîna Emînî de pêk hatin derketin holê. Rewşeke bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bûye vîn heye. Dibe ku ‘Jin jiyan azadî’ bi berxwedana li Îranê re bibe gerdûnî lê tevgera jinên kurd ji salên 2000’î ve bi vê dirûşmê armanc kiriye ku xwe bi rêxistin bike. Ez di wê baweriyê de me ku qasî vîneke xurt derkeve holê, em ê Rêya 3’yemîn ava bikin.”   QIRKIRINA ÇAND Û JINÊ    Hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel jî anî ziman ku li Tirkiyeyê tecrîdeke ji şexsî belavî civakê bûye heye û destnîşan kir ku rêya rakirina vê tecrîdê di xeta Rêya 3’yemîn de derbas dibe. Bozyel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Têkoşîna li dijî qirkirina çand û jinê, bêeslbûna ciwanan û dijwarkirina şeran bi paradîgmaya ‘demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê’ pêkane. Bi giştî tişta ku em esas digirin jin û çand in, ji ber ku li cihê çand lê nebe civakeke tendurist nabe.” Bozyel, diyar kir ku ji dîrokê heta roja me hemû desthilat ewilî mudaxileyî qada çand û hunerê kirine û wiha got: “Hunermend û rewşenbîr pêşengên civakê ne. Lê pêvajoya em tê re derbas dibin hunermend û rewşenbîr hatine asta ku nikarin hunera xwe bi cih bînin. Bi perspektîfa Rêya 3’yemîn li dijî qirkirina çandî jî pêşketin dikare pêk were.”   ‘JIN DÊ PÊŞENGTIYÊ BIKIN’    Hevseroka HDP’a Kocaeliyê Aynûr Santo jî diyar kir ku Rêya 3’yemîn di heman demê de nûnertiya wekhev e û wiha got: “Li Rojhilata Navîn a şer û xwîn tu carî lê kêm nabin, şoreşa hişmendiyê bi Rêya 3’yemîn pêkan e. Jin çawa xwedî li Şoreşa Rojava derketin dê ji avakirina Rêya Sêyemîn re jî pêşengtiyê bikin. Em ê ji bo ev xet belavî hemû civakê bibe têbikoşin. Em ê xebatên avakirinê li Tirkiyeyê û Kurdistanê bi rêxistinkirina herêmî re bidomînin. Jin dê pêşengtiya vê bikin. Em ê bi hemû tevgerên jinan ên cîhanê re vê hişmendiyê belav bikin. Em ê serbikevin.”