TJA: Gultan Kişanak dîl tê girtin û divê tavilê were berdan 2023-11-02 14:05:57 AMED - TJA’yê diyar kir ku tevî dema girtinê ya dirêj a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak xelas bûye jî nayê berdan û wiha bertek nîşan da: “Gultan Kişanak dîl tê ragirtin. Divê tavilê were berdan.”    Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê têkildarî neberdana Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta “Gultan Kışanak û girtiyên di zindanan de vîna me ne” hate vekirin. Endamên jin ên HEDEP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî dan daxuyaniyê. Hevseroka HEDEP’a Amedê Pinar Sakik Tekîn di daxuyaniyê de axivî û got ku her ku jin avakirina jiyana azadîxwaz ava dikin, îktîdara faşîst a AKP-MHP’ê di êrişên xwe yên li dijî jinan de bêhtir bêperwa tevdigere. Bi domdarî Tekîn got ku zextên li ser jinên kurd ên siyasetmedar zêdetir dibin û bêhiqûqtiyên li girtîgehan li dijî jinan tên kirin êdî veguherîne îşkenceyê.    Tekîn, daxuyanî wiha domand: “Ji sala 2016’an ve di serî de jin li dijî hemû destkeftiyên gelê kurd wekî rejîma qeyûm planeke qirêj pêşketiye, em vê jî dizanin ku ev yek jiber tirsa ji têkoşîna jinan a rêxistinî pêk tê. Her wiha em dibêjin bila ji biryar, bawerî û rêxistina me ya jinan bitirsin. Îro mekanîzmaya 'dadwerî' ya desthilatdariyê ya ku dijminatiya li kurdan dike, di bingeha xwe de armanc dike ku bi doza Komploya Kobanê hêz û têkoşîna rêxistinî ya ku jinan di civakê de ava kiriye û pêş xistiye bişikîne. Her wiha ku nekarîbû bi rejîma qeyûm ew nasnameya rêxistinî ya jinan tune bike niha armanc dike ku bi krîmînalîze kirinê vê yekê bike. Bi taybetî polîtîkayên êrişan ên weke sûcdarkirina xebatên ku em dimeşînin, binçavkirin û girtina siyasetmedarên jin ên kurd, ji vê armancê ne serbixwe ye.    DIVÊ GULTAN KIŞANAK TAVILÊ BÊ BERDAN   Rêhevala me, aktîvîsta TJA’yê û Hevşaredara me ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku îro di çarçoveya doza Kompasa Kobanê de ku tevî 168 jinan tên darizandin,  tevî girtina wê ya antîdemokratîk û li gorî hiqûqa wan diviyabû ku bihata berda jî 7 sal di ser de derbas bû lê nayê berdan. Ji ber ku ev 7 sal in bi awayekî bêhiqûqî girtineke ‘îstisna’ ye, divê demildest Gultan bê berdan.   HEWL DIDIN PERGALA HEVSEROKATIYÊ KRÎMÎNALÎZE BIKIN   Em bang li desthilatdariya faşîst a paşverû û 'dadgeriyê' ya ku bêhiqûqî û bêcezakirinê li ser tevahiya civakê bi taybet jinan weke rêbaza rêveberiyê dide ferzkirin dikin ku demildest qanûnên xwe yên hundirîn pêk bînin. Weke TJA’yê, em ji her demê bêhtir bi biryar in ku li dijî kesên ku keda me ya jinan û modela hevserokatiyê krîmînalîze dikin û dixwazin me sûcdar bikin, rêxistinbûna xwe ya jinan mezin bikin. Têgihîştina me ya rêveberiya herêmî ya azadîxwaz ji bo jinan şêwazek jiyanê ye. Em têkoşîna jinan a li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên paşverû û şoreşa jinê ya Rojava silav dikin û bi bîr tînin.   BERTEKA LI DIJÎ GIRTINA HÛDA KAYA    Em wek jinan dibêjin; em hemû li dijî desthilatdariya paşverû ya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku hewl dide azadî û rêxistinbûna jinê di nava tecrîdê de bihêle ne. Mînaka vê ya herî dawî jî bi girtina parlamentera HDP’ê ya serdema borî Hûda Kaya de hate jiyîn. Em girtina Hûda Kaya û ya hemû jinên têkoşer ku li dijî faşîzmê ber xwe didin şermezar dikin.  Li dijî vê hişmendiya paşverû ya li dijî têkoşîna jinan em dibêjin; em hemû Gultan Kişanak in, Mukkades Kubîlay, Sara Kaya, Dîlek Hatîpoglu, Zeynep Bîngol, Sabîte Ekîncî, Hûlya Alokmen Uyanık, Nûrhayat Altûn, Rojbîn Çetîn, Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Hûda Kaya ne. Em xwedî heman hest û heman rêxistinbûyînê ne ku bi biryardariya têkoşînê ya gelek hevrêyên me yên jin ku pêş dikeve ye. Heta ku hilm û nefesa me têr bike, heta her cihê ku dengê me bigihêje û her tim em ê gotina ‘jin, jiyan, azadî’ bêjin û biqîrîn.”    Daxuyanî bi çepik û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.