Nêrgiz Mihemedî: Serkeftin ne hesan e lê teqez e 2023-11-02 15:46:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobela 2023’yan Nêrgiz Mihemedî, di nameya ku spasiyên xwe pêşkeşî Komîteya Nobelê kirin de wiha got: “Ez bang li we dikim ku heta gelê Îranê serbikeve hûn piştgiriyê bikin. Serkeftin ne hesan e lê teqez e.”   Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023’yan Nêrgiz Mihemedî ku ji sala 2012’an û vir ve li Girtîgeha Evînê girtî ye, bi sûcdariya li Îranê ‘propagandaya li dijî rejîmê’ û ‘bêbextî li rayedaran kiriye’ hatiye kirin, nameyeke spasiyê ji Komîteya Nobelê re şand.   Mihemedî di nameya xwe ya ji aliyê keça wê Kîana ve hat xwendin û di malpera Komîteya Nobelê de hat weşandin de wiha got: “Ez spasdarê we hemûyan im. Ez daxwazê ji we dikim, ku heta gelê Îranê serbikeve, piştevanîya gelê Îranê bikin. Weke gelê Îranê daxwaza demokrasî, azadî, mafên mirovan û wekheviyê dikin. Lê belê astengiya bingehîn a li pêşiya bicihanîna van hemû daxwazan, Komara Îslamî ya Îranê ye.”   ‘SERKEFTIN NE HESAN E LÊ TEQEZ E’    Mihemedî, diyar kir ku nûçeya xelatê ji aliyê hevalên wê yên hucreyê ve bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hatiye pêşwazîkirin. Nêrgiz Mihemedî di nameya xwe de qala tevgerên jinan ên Îranê dike û nameya xwe bi van gotinan diqedîne: “Hêza vê tevgerê di temsîliyeta jinên Îranê de cih digire. Em baş dizanin ku em çi dixwazin û em çi naxwazin. Em bi wê bawer in, em girêdayî vê ne û ji serketinê piştrast in. Li ser navê 46 girtiyên siyasî, fikrî û mehkûmê wijdanî yên li Girtîgeha Evînê silavên xwe yên jidil pêşkêş dikim. Serkeftin ne hesan e lê teqez e.”   NÊRGIZ MIHEMEDÎ KÎ YE?    Mihemedî, di nav aktîvîstên mafên mirovan ên sereke yên li Îranê ku ji bo cezayê darvekirinê bê rakirin kampanyayan çêdikin û ji bo mafên jinan dixebitin de ye.    Li gorî rêxistina maf a Front Line Defenders; Muhammedî ya nêzî 12 sal cezayê girtîgehê jê re hatiye birîn li Girtîgeha Evîn a li Tehranê tê ragirtin. Di nav sûcdariyên arasteyî Muhammedî tên kirin de “li dijî dewletê propaganda kiriye” jî heye.