Dadgeh: Esra Y.’yê xwe ne kuşt, hate kuştin 2023-11-06 11:39:28   COLEMÊRG - Dadgeha Cezayê Giran a Geverê têkildarî tecawiza Esra Y. ya 11 salî û mirina wê  ya biguman di biryara beraetê ya derbarê 2 bersûcan de da zanîn ku qenaet kirine zarok hatiye kuştin.    Kesên bi navên Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz di 27’ê gulana 2016’an de li gundekî girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zaroka 11 salî Esra Y. kiribûn. Danişîna doza têkildarî tecawizkirina Esra Y. û mirina wê ya biguman derbarê Veysî, Zahîr û Nîhat Yilmaz de bi sûcên “îstîsmara zayendî” û “Kes ji azadiya xwe bêpar hiştiye” hatibû vekirin, di 3’yê mijdarê de hate lidarxistin û derbarê bersûcan de bi hinceta “Delîlên kêm” û “li gorî rêgeza ku bersûc ji gumanê sûdê werdigire” biryara beraetê hate dayîn.    Dadgehê bi îdiaya ku Esra Y. xwe kuştiye qenaet neanî û ji bo derbarê ferdên malbatê de lêpirsîn bê destpêkirin ji Serdozgeriya Komarê ya Geverê re nivîs nivîsand.    DADGEH: DNA’YAN JI HEV NEGIRT   Di biryarê de hate diyarkirin ku di mînakên sperman ên li ser Esra Y.’yê hatine dîtin de DNA’ya mêr hatiye tespîtkirin lê ji ber hejmara spermên mêr a kêm profîla DNA’ya mêr nikare bê bidestxistin. Dadgehê cih da rapora pisporiyê ya Amîrtiya Laboratuvara Krîmînal a Cendermeyan a Enqereyê ya di 14’ê kanûna 2017’an de jî. Di raporê de hat gotin ku mînakên li ser cil û bergên Esra Y.’yê hatine dîtin ne aydê bersûcan e û DNA dişibe xizmê Esra Y.’yê, E.Y. lê tam nehate tespîtkirin ku profîla DNA’yê aydê ji kîjan mêrê ji nifşê bav tê ye.    Di girtekên dadgehê de hate aşkerekirin ku rojek beriya mirina Esra Y.’yê Meclisa gund kom bûye, civînek lidarxistiye ku di bûyera tecawizê de kî sûcdar e û biryar hatiye dayîn ku faîl ne diyar in.    DADGEHÊ ‘BAWER’ NEKIR   Dadgeha Cezayê Giran a Geverê ji biryara dozger a ku Esra Y. di sala 2017’an de bi çifteyê xwe kuştiye bawer nekir. Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê têkildarî mirina Esra Y. de tespît kiribû ku xwe kuştiye û biryar dabû ku hewceyî li pey ketinê nîne. Dadgehê di biryara xwe de “Delîlên di dema komkirina delîlan de, girtekên lêkolînê yên ji aliyê leşkeran ve hatine girtin, qeydên HTS’ê, rapora kesê pispor a HTS’ê, rapora rapora pisporiyê ya Amîrtiya Laboratuvara Krîmînal a Cendermeyan a Enqereyê ya di 14’ê kanûna 2017’an de û hwd.” weke hincet nîşan dan û xwest derbarê ferdên malbatê de lêpirsîn bê destpêkirin.    DADGEH: QENAETA KU HATIYE KUŞTIN ÇÊBÛ    Dadgehê di berdewama biryarê de bal kişand ser îfadeyên ferdên malbatê yên bi nakok ku li odeyeke din a malê bûne û gotine dengê çifteye nebihîstine û da zanîn ku qenaet kirine zarok hatiye kuştin.    Dadgehê herî dawî ji bo têkildarî Bazît Y., Omer Y., Mehmet Y. û Dilxwaz G. ên roja Esra Y. mir li malê bûn lêpirsîn bê destpêkirin, biryar da ku nivîs ji Serdozgeriya Komarê ya Şemzînanê re bê nivîsîn.    Li aliyê din hate diyarkirin ku malbata Esra Y. ji gund derketiye.