Aktivîstên TJA'yê piştî salekê derketin pêşberî dadgehê 2023-11-07 20:25:18   ENQERE - Aktivîstên TJA'yê ku di çaçroveya lêpirsîneke Serdozgeriya Enqereyê de hatin girtin, piştî salekê derketin pêşberî dadgehê. Aktivîsta TJA'yê Bedîa Akkayayê anî ziman ku têkoşîna wan tê îllegalîzekirin û got: "Em li vir ji ber nasnameya xwe ya jinbûn û kurdbûnê tên darizandin."    Di 29'ê Cotmeha 2022'Yan de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de 25 aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibûn binçavkirin. Ji aktivîstan 9 jê hatin girtin. Danişîna yekem a dozê îro li Dadgeha Cezayê Giran a 25'an a Enqereyê hat lidarxistin.    Parêzerên kesên tên darizandin, Parlementera HEDEP'ê Ceylan Akça Cûpolo, Meclisa Jinan a HDP'ê, ÎHD, Meclisa Jinan a KESK'ê, TJA, OHD, rêveberên Rêxistina HEDEP'ê ya Enqereyê û malbatên kesên girtî tev li danişînê bûn.    Piştî tespîtkirina nasnameyan, ewilî aktivîsta TJA'yê Bedîa Akkaya axivî. Akkayayê parastina xwe bi kurdî kir. Akkayayê di parastina xwe de pêşî behsa pêvajoya binçavkirinê û tundiya di dema binçavkirinê de kir.    Akkayayê bibîr xist ku di demeke nêzî hibijartina giştî de hatine girtin û got: "Em li vir ji ber nasnameya xwe ya jinbûn û kurdbûnê tên darizandin. Li Tirkiye û cîhanê ya herî watedar têdikoşe meclisên jinan e. Ji ber vê astengî û bend li ber jiyana jinan hatiye danîn. Em li dijî van astengî û bendan têdikoşin. Ev dosye, dosyeyek pûç e. Wekî sûc tu delîl tê de tune ne. Em jin ji bo jiyana xwe û vîna xwe têdikoşin. Em ji bo wekheviya zayendî têdikoşin. Tirkiye ji bo jinan veguheriye qada qirkirinê."    Akkayayê destnîşan kir ku ew wekî aktivîstên TJA'yê li dijî kuştina jinan têdikoşin û got ku di kuştina jinan de polîtîkaya bêcezahiştinê tê sepandin. Akkayayê bilêv kir ku têkoşîna jinê tê îllegalîzekirin.    Akkayayê di dawiya parastina xwe de xwest ku bêhiqûqîtiya ku salek e didome bidawî bibe û doza beraetê kir.   Piştî Akkayayê bi dorê aktivîst Mekiye Ormanci, Zeynep Boga, Fîgen Ektî, Dîdar Çeşme û Amîne Demîr Çobanê parastinên xwe bi kurdî kirin. Aktivîstên TJA'yê di parastinên xwe de destnîşan kirin ku ew her tim li dijî pergala mêrserwer têdikoşin û hêza xwe ji hêza jinên cîhanê digirin û gotin ku helwesta wan "Jin, jiyan, azadî" ye.   Danişîn dê sibê saet di 09.30'yê serê sibehê de ji cihê mayî dest pê bike.