Ji OGK’ê banga 25’ê mijdarê: Têkoşîn berdewam e 2023-11-09 21:52:18   STENBOL- Jinên OGK’ê ji bo 25’ê Mijdarê wiha bang kirin: “Her roj jin tên qetilkirin. Pêşeroja ciwanan tuneye. Em li dijî vê di 25’ê Mijdarê de wê kolan bi kolan têkoşîna xwe bidomînin.”   Jinên Ciwan ên Azad (OGK) li dijî qetilkirinan jinan bi armanca protestokirina kuştinên jinan li xeta vapurê Emînonu-Kadikoy çalaki pêk anîn. Di çalakiyê de pankarta ‘Zeren Ertaş serhildana me ye, ji bo jiyanê kolan. Em di 25’ê Mijdarê de di serhildanê de ne’ vekirin.   Jinan gotin: “Em dixwazin pêşî li qetilkirina jinan bigirin. Em li dijî vê bêdeng namînin. Em ê nehelin ev ax ji bo ciwanan ji bo jinan bibe goristan. Hûn jî bêdeng nemînin. Em vê têkoşînê mezin bikin.”   Jinan ji bo 25’ê Mijarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê banga tevlibûna çalakiyan kir û gotin wê di 25’ê mijarê de li kolanan têkoşîna xwe bidomînin.   Welatiyên derdorê bi çepikan piştgirî dan jinên ciwan.