Jinên TJA'yî ji girtîgehê derketin 2023-11-10 09:32:50   ENQERE - 9 Jinên TJA'yî piştî girtina salekê ji girtîgehê derketin. Malbat, heval û parêzeran, jin pêşwazî kirin.    Berdevka Meclisa Jinan a HEDEP'ê Halide Turkoglu, parlamenterên koordînasyona jinan, Saliha Aydeniz, Ayten Kordû, Sumeyye Boz, Ceylan Akça, aktivîstên Tevgera Jinen Azad (TJA), Parêzer Gulan Çagin Kalelî, heval û parêzerên jinên hatine berdan, jinên ji girtîgehê derketin bi çepik û tilîlîyan pêşwazî kirin.