Jinan berdana çawişê pispor ê tacîzkar protesto kirin 2023-11-10 15:11:55   MÊRDÎN - Aktîvîstên TJA’yê berdana çawişê pispor Eyûp K. ku li Nisêbînê 4 zarok tacîz kiribû, protesto kirin.    Çawişê pispor Eyûp K. li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê 4 zarok tacîz kiribû û di danişîna çendek roj berê de hatibû berdan. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Stîlîlê berdana çawişê tacîzkar protesto kirin. Parlamentera Partiy Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Bêrîtan Guneş, Dayikên Aştiyê, rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek jin jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Çeteyên tecawizkar dê hesabê bidin” hate vekirin.    ‘EM Ê BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’   Hevseroka HDP’a Nisebînê Şîndar Akinci di daxuyaniyê de axivî û got ku jinên kurd bi awayekî sîstematîk rastî polîtîkayên şerê taybet tên. Akinci, wiha domand: “Polîtîkayên îşkence, tundî û destdirêjiyê yên li dijî jinên kurd guherî lê berxwedana me jî pêş ket. Em soz didin ku dê berxwedana xwe mezintir bikin.”    Parlamenter Bêrîtan Guneş jî diyar kir ku ew ê teşhîrkirina polîtîkayên şerê taybet ên dewletê bidomînin û ev tişt anî ziman: “Em ê li dijî her cureyên polîtîkayên şerê ên qirêjî têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”    Daxuyanî bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.