Jinên TJA’yî bi girseyî hatin pêşwazîkirin 2023-11-11 15:30:15   AMED – Aktîvîstên TJA’yê yên ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hatine berdan, li Amedê bi girseyî hatin pêşwazîkirin.   Di çarçoveya lêpirsîneke 20 mijdara 2022’yan li Enqere hatibû destpêkirin de, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” di 2’yê kanûna 2022’yan de 9 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) hatibûn girtin. Piştî danişîna doza wan a li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran hate lidarxistin, 9 jin ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê duh hatin berdan.    Aktîvîstên TJA’yê Bedîa Akkaya, Fîgen Aras Kaplan, Fîgen Ektî û Mekiye Ormancî ber bi Amedê ve ketin rê. Jinên hatine berdan, li ser riya Amed-Rihayê ji hêla malbat û aktîvîstên TJA’yê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Meclisa Dayikên Aştiyê, Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Med’ê re (MED TUHAD FED), Komeleya Piştevanî, Alîkarî, Yekitî û Çandê ya di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), endam û rêveberên Komeleya Hewldana 78’an, bi coş û dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hatin pêşwazîkirin.   ‘TÊKOŞÎNA JINAN NAYÊ DARIZANDIN’   Bedîa Akkaya li cihê ku hatine pêşwazîkirin axaftineke kurt kir. Akkaya destnîşan kir ku li gelek bajarên Kurdistanê, ji wan re piştgirî hatiye dayîn û got: “Her çiqas em wek 9 jin dîlgirtî bin jî, piştgirî ji bo têkoşîna jina kurd bû.” Akkaya da zanîn ku, ew ser rastiya ‘têkoşîna jin nayê darizandin’ parastinê xwe kirine û got: “Em di hundir de jî bin, li derve jî bin, heya ku têkoşîna jinê bi ser dixin, em ê berxwedana xwe bidomînin. Li derve kampanyayeke têkildarî têkoşîna azadiyê tê meşandin. Em ê jî bi hevalên xwe re kampanyaya têkoşîna azadiyê bidomînin.”