Li Rihayê jina ducanî hat qetilkirin 2023-11-15 13:53:36   RIHA - Li navçeya Kaniya Xezalan Fîdda Uzun a ducanî ji aliyê hevjînê xwe Ahmet Uzun ve hat qetilkirin.    Li taxa Çomlekçî ya navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê ji mala malbata Uzun dengê çekan hat bihîstin. Li ser bihîstina deng leşker û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Tîmên tenduristiyê li hundirê malê ferq kirin ku Fîdda Uzun (24) a ducanî hatiye kuştin. Leşkeran li baxçeyê li pişt malê, êrişkar Ahmet Uzun bi tevî amûra ku pê sûc kiriye, binçav kirin. Uzun ê ku hat binçavkirin, li xwe mikûr hat ku sûc kiriye. Li qereqola leşkeriyê karûbarên îfadegirtina Uzun didome.