Gullu: Şideta li hemberî jinan di 10 salan de 3 qat zêdetir bû 2018-05-01 09:03:16 AMED - Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu, destnîşan kir ku li Tirkiyê di 10 salên dawî de şideta li hemberî jinan 3 qat zêdetir bûye û ji ber ku di vî warî de tu lêkolînên dewletê tune ne, rêxistinên civaka sivîl daneyan berhev dikin û dibe ku bîlanço zêdetir bibe.  Seroka Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê Canan Gullu, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de şideta li hemberî jinan 3 qat zêdetir bûye. Gullu, diyar kir ku ev şideta ku her diçe zêdetir dibe rê li ber mirinê vedike. Gullu, anî ziman ji bo rêlibergirtina şidetê ew Peymana Stenbolê esas digirin û hesta kîn û tolhildanê ya mêran êdî dibe sedema mirina zarokan.    ‘DANEYÊN TEQEZBÛYÎ YÊN CINAYETÊN JINAN TUNE NE'    Gullu dubare kir ku li Tirkiyeyê şideta li hemberî jinan êdî ketiye pêvajoyeke travmayê û bang li hikûmetê kir ku çima heta niha qeydên dosyeyên şidet û îstismara li hemberî jinan nehatiye girtin. Gullu, diyar kir ev divê pirsgirêk tenê bi daneyên rêxistinên civaka sivîl neyê sînordarkirin. Gullu got: "Hîn jî kes tam bi daneyên cinayetên jinan ên li Tirkiyeyê heta niha pêk hatine nizane. Wezaret jî tiştekî wisa aşkere nake. Tenê di dest me daneyên rêxistinên civaka sivîl hene. Di van daneyan de jî, ji ber di warê zayendiya civakiyî de lê tê nihêrîn, rêjeya jinên ku ji ber şerên mîrateyê mirine, di qezayên karî an jî qezayên trafîkê de mirine hene. Ji ber ku mirina jinên ku bi şidetê hatine kuştin û yên di qezayan de mirine tevlîhev tê kirin, rêjeyeke zelal dernakeve holê."    'EM LI WELATEKÎ KU BI PÊŞNÛMAYA TECAWIZÊ RE RÛ BI RÛ MAYE DIJÎN'    Gullu, diyar kir ku sedema ku li vî welatî bûyerên îstismara zayendî zêde dibin ew e ku bi çavekî metayî li jinê tê nêrîn. Gullu got: "Em bi feraseteke ku jin û zarokan wekî metayê dibîne re rû bi rû ne. Em li welatekî ku dibêje bila zarok di 12 saliya xwe de bizewicin, bila zewaca di temenên biçûk de çêbibe, bila zewaca wan derbasdar be re rû bi rû ne. Bi pêşnûmayeke tecawizê re rû bi rû ne. A rastîn Peymana Stenbolê van tiştan hemûyan red dike. Divê hemû jin  di çarçoveya van qanûnan de bên parastin."    'MUDAXILEYÎ ZAROKAN NEKIN'    Gullu diyar kir ku qanûnên ku di demên dawî de li hemberî jinan tên derxistin, bandoreke neyînî li jiyana zarokan jî dikin. Gullu bal kişand ser erka marbirînê ya miftiyan û diyar kir ku divê demildest ev qanûn careke din di ber çavan re bê derbas kirin. Gullu diyar kir ku li gorî peymana mafên zarokan a Neteweyên Yekbûyî kesên di biniya 18 salan de hemû zarok in û got: "Yanî bi qanûnan zarokên keç wekî jin tên nîşandan û ev yek nayê qebûlkirin. Em jin vê yekê qethiyen qebûl nakin. Jin jin e, zarok zarok e û êdî mudaxileyî zarokan nekin."