Jinan bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê dan 2023-11-17 16:15:39   MÊRDÎN - Jinên ku li navçeya Qoserê bi tilîliyan starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî dan, destnîşan kirin ku dê tecrîda teqez rakin û jiyana azadîxwaziya jinê ava bikin.    Tevgera Jinên Azad (TJA) starta aktîvîteyên ku têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî li dar bixe li navçeya Qosera Mêrdînê da. Bi tevlibûna jinên ku ji bajarên bakurê Kurdistanê hatin û parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Mêrdînê Salîha Aydenîz hate xwestin ku di çarçoveya bernameya li Qada Azadiyê de meşek bê lidarxistin. Lê polîsan jin dorpêç kirin û destûr nedanê. Jinan li ser vê yekê li cihê lê sekinîn wêneyên jinên hatine qetilkirin rakirin û bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana jinan” xwestin ku dorpêça polîsan bê rakirin. Piştî muzakereya hate kirin jinan li qadê daxuyanî dan.    REWŞA KRÎZA PIRALÎ   Aktîvîsta TJA’yê Jiyan Oner a li ser navê jinan daxuyanî da, diyar kir ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Navnetewî bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” pêşwazî dikin û wiha got: “Ji bo keda jinê azad bibe em hemû jin dê bi hev re têkoşîna bi rêxistinkirî ya kedê bilind bikin.” Oner diyar kir ku desthilata ku dixwaze têkoşîna jinê ya ku muxalefeta li dijî tundiyê, polîtîkayên kuştina jinan û pergala zilam-serweriyê di asta gerdûnî û herêmî de bi rêxistin dike asteng bike, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûrtir kiriye, bi kûrkirina tecrîdê re pirsgirêkên civakê jî mezin bûne û rewşeke ji krîzên piralî derketiye holê. Oner, destnîşan kir ku tecrîd têkildarî paradîgmaya azadîxwaziya jinê ya Ocalan bi pêş ve biriye ye û anî ziman ku navnîşana çareseriya pirsgirêka kurd û kaosa li Tirkiyeyê Ocalan e û wiha berdewam kir: “Em biryardariya xwe ya ji bo şikandina tecrîda mutleq û avakirina jiyaneke azadîparêz a jinê didomînin.”     ‘JIN BI DIRÛŞMEYAN LI QADAN IN’    Oner, bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên zayendperest û serweriya zilam ên desthilatê jin bi dirûşm, tilîlî û rengên xwe li qadan e û wiha lê zêde kir: “Werin em weke jin bi hev re têkoşîn û rêxistinbûna xwe bimeşînin ku sedsala 21’an veguherînin serdema şoreşa jinê. Vê berpirsyariyê li Rojhilat di şexsê Jîna de tayê porê veguherand serhildanê. Bû mîrateya Nagîhanê li Başûr li du xwe hiştî. Berxwedana Evîn û Sarayê ya li Parîsê li Rojava bû hêviya ku jinan ava kiriye. Li ser vê bingehê ‘Jin jiyan azadî’ têkoşîna me bi jinên cîhanê re dike yek. Bi pêşengiya jinan em bang li hemû jinan dikin ku azadiya civakî mezin bikin û di 25’ê Mijdarê de li qadan di nava têkoşînê de bicivin.”   ‘TÊKOŞÎNA ME EWILÎ JI BO RAKIRINA TECRÎDÊ YE’    Parlamenter Salîha Aydenîz a pişt re axivî, bal kişand ku ji bo ev roj bibe roja têkoşînê jinên cîhanê gelek bedel dane û wiha got: “Li dijî feraseta mêr-dewlet, mîlîtarîst, zayendperest, ev mîrate ev têkoşîn heta van rojan me anî. Ji ber vê yekê em ê li kolanan bin.”    Aydenîz, da zanîn ku jinên kurd îro bi felsefeya “Jin jiyan azadî” li Rojhilata Navîn jiyaneke nû ya azad diafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinên kurd li cîhanê re bûn mînak. Hemû sazî û dezgehên dewletê li hemberî azadiya jinê radiwestin û li dijî azadiya jinê polîtîkayên taybet diafirînin. Me vê tiştî di tayînkirina qeyûman de dît. Qeyûm cara ewilî sazî û dezgehên jinan girt. Her wiha îro li Kurdistanê tundiya karmendên dewletê yên bi unîformayî li pêş e. Jinên kurd dê li hemberî wan polîtîkayan têkoşîna xwe bidomîne. Em ê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ li qadan bin. Tecrîd didome. Têkoşîna me dê ewilî ji bo rakirina tecrîdê be. Hûn nikarin hêza jinan bişikînin, hûn nikarin bi tu saziyên xwe li pêş azadiya jinê bibin asteng. Heta ku em tifaqa jinan û civakê pêk bînin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”