Banga ji bo 25’ê Mijdarê 2023-11-21 20:23:14   ÎZMÎR- Endamên Piştevaniya Morê ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê ya li Îzmîrê bang kirin û diyar kirin ku wê li dijî êrişên desthilatdariyê têkoşînê mezin bikin.    Endamên Piştevaniya Mor a Îzmîrê, ji bo meşa 25’ê Mijdarê ya wê li Îzmîrê pêk bê ji ber ÎZBAN  Karşiyaka heta Îkeleyê meşiyan û daxuyaniyek dan çapmeniyê. Li ser navê Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlû daxuyanî xwend.   Tozlûyê da zanîn ku li her qadê tundiya li ser jinê mezin bûye û bloka desthilatdariya dijminê jinê ya ji patrîarka hêzê digire tundiya li ser jinan zêde dike û çav berdide destkeftiyên jinan û got: “Ev jî têr nake bi destura bingehîn ya nû hewl dide êrişê jiyan, maf û destkeftiyên me bikin. Em li dijî faşîzmê barîkatan ava dikin û bi têkoşînek xurt bersiv didin wan. Em ji bo çalakiya 25’ê Mijdarê ya saet di 17.00’an de li Gara Alsankê pêk tê hemû jinan vexwendî dikin.”