Garibe Gezer li Mêrdînê hat bibîranîn 2023-12-09 16:55:35   MÊRDÎN - Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA û MEBYA-DER'ê ji bo Garîbe Gezer bernameyeke bîranînê hat lidarxistin.   Garîbe Gezer piştî ku ji Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê sirgunî Girtîgeha Kandirayê hate kirin, rastî îşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hat û di 9’ê Kanûna 2021’an de jî hate qetilkirin. Gezer di 2'yemîn salvegera qetilkirina xwe de bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên Xwe di  Dergûşa Şaristaniyê de Winda Kirine re (MEBYA-DER)  li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) hat bibîranîn. Xwişka Gezerê Asya Gezer û gelek jin tev li bernameyê bîranînê bûn.    Li eywanan ku Gezer hat bibîranîn de wêneyên Garîbe Gezer û pankarta 'Berxwedana Garîbeyê berxwedana hemû jinên ciwan e' hate daliqandin. Jinan ji bo Garîbeyê momik hatin pêxistin.    Bername bi rêzgirtinê û dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir. Hevseroka MEBYA-DER'ê ya Mêrdînê Gurbet Tekîn di bernameyê de axivî û bal kişad ser êrişên li hemberî cenazeyan. Tekîn, daxuyand ku ewa naxwazin dayîk rondikan bibarînin û axaftina xwe wiha domand: "Ji ber ku em kurd in, dilê me dişewitînin. Ev yek nayê qebûlkirin. Ev di hiqûqê de nîne. Avakarê aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e, diruşmeya ‘Jin jiyan azadî” bi saya wî li tevahiya cîhanê belav bû û niha bûye hedef. Lê divê bê zanin em tu carî dev jî doza xwe bernadin. Em ê her azadiyê bi lêv bikin. Em ê her azadiya Rêberê xwe daxwaz bikin."    Bername bi berzkirina dirûşmeya “Şehid namirin” bi dawî bû.