Delegasyona Jinan a Navnetewî serdanên xwe yên li Stenbolê bi dawî kirin 2023-12-10 18:15:24   STENBOL - Delegasyona Jinan a Navnetewî ku di nav de parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl jî hene serdanên xwe yên ku 2 rojan dom kirin bi HDK’ê re bi dawî kir. Şande dê serdanên xwe sibê li Amedê bidomîne.    Şandeya Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesan pêk tê ku ji gelek welatên Ewropayê parêzer, parlamenter, ekolojîst û nûnerên saziyên sivîl jî di nav de hene, duh hate Tirkiyeyê, serdana Buroya Hiqûqê Sedsalê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Dayikên Şemiyê û Jin Bi Hev Re Hêzin kirin. Şandeya ku du rojan têkildarî tecrîdê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan serdanên xwe kirin îro jî serdana Komeleya Dema Jinan e û Hewldana Jinan a Hezar Ayselan kir.    Şandeyê serdanên xwe yên du rojan bi serdana Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) re bi dawî kir. Şandeyê Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîrê li avahiya Navenda Giştî ku li Beyoglû ye û endamên Meclisa Jinan pêşwazî kirin.    ‘PIRSGIRÊKA ME YA BINGEHÎN ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD E’    Demîr, da zanîn ku gelek Meclisên HDK’ê hene yek ji van Meclisa Jinan e û wiha got: “Pirsgirêka me ya bingehîn çareseriğya pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Hemû pêkhateyên HDK’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd hatine gelhev. Zêdetirî 20 avadaniyan pêkhateyên kongreya me ne.”   YEK JI CIHÊN ÎLHAMÊ JÊ DIGIRIN ROJAVA YE   Endamên Meclisa Jinan a HDK’ê jî wiha gotin: “Armanceke me heye ku jiyaneke nû hedef digire û çanda jiyana nû ya hevpar ava dike. Yek ji cihên ku em jê îlhamê digirin Rojava ye. Em weke alternatîf bi Rêya Sêyemîn derketin rê.”   Piştî beşa pirs û bersivan serdan bi dawî bû.    Şande dê sibê jî li Amedê serdanên xwe bidomîne. Şandeya ku dê 15’ê kanûnê vegere Stenbolê dê têkildarî serdanên xwe li vir civîneke çapemeniyê li dar bixe.