Li Îzmîrê jinek hate qetilkirin 2023-12-11 10:17:05   ÎZMÎR - Jina bi navê Fazîle Çavdar ji hêla kurê xwe ve hate qetilkirin.    Jina bi navê Fazîle Çavdar (43) ku li Taxa Kemalpaşa ya li navçeya Bornova ya Îzmîrê dijî, ji hêla kurê xwe B.Ç. (20) ve hate qetilkirin. B.Ç. piştî qetilkirina dayika xwe çû kargeha bavê xwe û bûyer jê re got. Li ser îxbarê jî hate binçavkirin.    Cenazeyê Fazîle Çavdar piştî lêkolînên dozger rakirin morga Saziya Tipa Edlî ya Îzmîrê.