Du girtiyên nexweş di greva birçîbûnê de ne: Heke îro nebe kengî? 2023-12-18 13:44:23   ENQERE - Elîf Çetînbaş û Rihan Kavak Ozbek ên di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de ne diyar kirin ku dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirine û pirsa “Heke îro nebe em ê kengî daxwaza azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bikin?” pirsî.    Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 22’yan de didome.   Ji siyasetmedaran Elîf Çetînbaş û Rihan Kavak Ozbek ên di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ne û di nava koma seyêmîn a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê çalakî dewr girt de cih digirin, bi peyama şandin re banga xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê kirin.    ‘JI BO KU ROJÊN RONÎ BIBÎNIN’     Elîf Çetînbaş di peyama şand de wiha got: “Di demeke ku her roj 5 jin tên kuştin, aborî di destê hêzên sermayeyê de veguheriye Leviathanayê, netewe dewlet bi avaniya xwe ya faşîst û yekperest, ala xwe ya îflasê kişandine, ekolojî alîkariyê dixwaze de li dijî van hemû krîzan heke ne îro be em ê kengî azadiya fizîkî ya fîlozofê serdemê birêz Abdullah Ocalan ku paradigmaya ‘ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê’ pêş xistiye û pêşkeşî xizmeta gelan kiriye bixwazin?”   Çetînbaş, bi lêv kir ku wê bi hêza têkoşîna hevpar, serbikevin û wiha berdewam kir: “Ji bo birêz Abdullah Ocalan divê herkes berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi cih bînin. Me bi çalakiya greva birçîbûnê hewl da vê tarîtiyê ronî bikin û rojên ronî bibînin. Lê rakirina derî û dîwaran bi hewldana me hemûyan pêkan e.”   Rihan Kavak Ozbek jî di peyama xwe de destnîşan kir ku mifteya aştiya gelan a Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û bang kir ku xwedî li çalakiya greva birçîbûnê bê derketin.    ‘DIVÊ BÊŞERT Û MERC WERE BERDAN’    Ozbek, di berdewama peyama xwe de wiha got: “Niha hemû cîhan dizane ku mifteya aştiya gelên Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd birêz Abdullah Ocalan e. Heta aştiya Rojhilata Navîn paradigmaya birêz Abdullah Ocalan a ‘Rojhilata Navîn a Demokratîk e’. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê herkesên ku dibêjin ez demokrat im û gelê kurd li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike. Ji ber vê yekê divê herkes li dengê zindanan xwedî derkeve û bibîhize. Di serî de birêz Abdullah Ocalan hemû girtiyên siyasî bêşert û merc werin berdan.”