Komeleya Jinan a Rosayê 5 sal in pirsgirêkên jinan çareser dike 2023-12-28 12:01:32   AMED - Komeleya Jinan a Rosayê tevî hemû zextan jî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan têdikoşe. Rêvebera komeleyê Berfîn Polat destnîşan kir ku ew ê jinan “ji wijdana vê pergala xerab re nehêlin”.    Li Tirkiyeyê di 29’ê kanûna 2018’an de, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (KHK) sazî û navendên jinan hatin girtin. Li Amedê li dijî tundiya zilam-dewletê ya ku her diçe zêde dibe, jin ketin nava liv û tevgerê û Komeleya Jinan a Rosa ava kirin. Komeleya ku di nava 5 salan de ne tenê li Amedê li bajarên derdorê hewl dide xwe digihîne jinan, ji bo pêşiyê li sûcên zayendî û tundiyê yên li dijî jinan û zarokan bigire, hevgirtinek ava kir. Di vê serdemê de nêzî 200 rêveber û endamên komeleyê ku tevî zext û zordariya darazê jî têkoşîneke bê navber dimeşand, ji ber daxuyanî, çalakî û aktîvîteyên xwe doz li wan hat vekirin, di nava 3 salên dawî de zêdetirî 200 jinên rastî tundiya psîkolojîk, zayendî, aborî û dîjîtal hatin serî li komeleyê dan û piştgirî xwestin. Endama Lijneya Rêveberiya Komeleyê Berfîn Polat, têkildarî 5 salên li pey xwe hiştin axivî.    PÊVAJOYA DERKETINA RÊ   Polat, bi bîr xist ku di pêvajoya OHAL’ê de navendên piştevaniyê yên jinan hatin girtin û wiha got: “Di pêvajoyeke wiha de ji bo tundî were dîtin û ji pirsgirêkên saziyên sivîl ên civakî re bibe îtîraz komele hate avakirin. Em li ser bingeha têkoşîna li dijî tundiyê, hilberîna polîtîkayên têkildarî wê û li ser wekheviya zayendî dixebitin. Jinên ku bi awayekî komele bihîstin dest bi serlêdanê kirin. Pêvajoyeke ku hem ji bo jinên ku komele ava kirine û hem jî ji bo jinên bajar û herêmê gelek baş bû.”   ARMANC EW E KU BIBIN MEKANÎZMAYA ÇARESERIYÊ    Polat, da zanîn ku komele di pêvajoyeke ku dema jin rastî tundiyê hatin de mekanîzmayeke ku jin serî lê bidin nemîne de hate avakirin û wiha berdewam kir: “Mekanîzmayên ku em jinan araste bikin û ji tundiyê dûr bikevin nebûn. Stargeh di vê mijarê de ji xwe pirsgirêkeke cidî ne. Ji ber şert û merc xerab in demekî dirêje jin naxwazin li stargehan bimînin. Em jî bi Şaredariya Stenbolê û Mor Çatiyê re ketin nava piştevaniyê û hewl da ji pirgirêkên jinên ku serlêdan kirin re bibin çareserî.”   Polat, anî ziman ku ji bilî van piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk jî didin jinan lê piştevaniya wan bi sînor e û wiha lê zêde kir: “Em jinan di çarçoveya pêdiviyên wan de arasteyî navnîşan û mekanîzmayên rast dikin. Di rewşên dema kirdeya mijarê zarok bin de, em wan arasteyî Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê û bi daxwaza parêzeran kesên serî lê didin arasteyî Navenda Mafên Jinan dikin. Heta ku ji destê me tê bêyî ku wan vegerînin em hewl didin li gorî pêwîstiyên xwe bi adresên rast bersivê bidin jinan.”    ROJEVA BINGEHÎN ŞERÊ TAYBET E   Polat, bal kişand ku yek ji rojevên wan ên sereke yên li Kurdistanê polîtîkaya şerê taybet a bi zilaman re bi taybetî ji herêmê re hatiye şandin û li Kurdistanê bi dijminatiya kurd û jinan xwe xwedî dike ye û wiha pê de çû: “Li ser hemû esasên ku em tê de ne, di komxebatên me yên navxweyî de, di xebatên me yên dane û raporkirinê de polîtîkayên şerê taybet bûne yek ji mijarên me yên herî girîng.”   TACÎZA DARAZÊ    Polat, qala tacîza darazê ya ji roja avabûna komeleyê ve didome kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber nasnameya kurd em bi pratîkên darazê yên cuda re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê di salên 2020-21-22’yan de di hin navberan de du caran bi ser de girtin, gelek endam û rêveberên wê hatin girtin û binçavkirin. Ji bo ku ev tacîzên darazê bi dawî bibin me gelek caran daxuyaniyên çapemeniyê dan û kampanyayên îmzeyê pêş xistin û bang li Neteweyên Yekbûyî (BM) kir. Mixabin li vî bajarî tacîzên darazê tenê ne ji bo Rosayê ne, di salên dawî de gelek aktîvîstên jin û siyasetmedar bi sûcên weke ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘rêveberiya rêxistinê’ tên sûcdarkirin û binçavkirin, girtinên dem dirêj û îdianameyên takekesî re rû bi rû dimînin. Feraseteke desthilatê heye ku hewl dide bi rêya jinê atmosfereke tirsê di nava tevahiya civakê de biafirîne.”   HERÊMÊN ERDHEJÊ    Polat, bal kişand ku zext her ku diçe zêde dibin û gihiştine asta kuştina jinan û qala pirsgirêkên jinan ên li herêma erdhejê kirin. Polat wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me li Semsûrê li gundan di konan de xebatên şopandin û raporkirinê meşandin, pêdivî tespît kirin. Di mijara ku alîkariyên dihatin arasteyî navnîşanên rast bikin de me xebat meşandin. Me hevdîtinên dîplomatîk ên navneteweyî pêk anîn. Lê dema me xwest em di Hefteya Mafên Mirovan de biçin Semsûrê me bihîst ku bi mûxalefeta hêzên ewlehiyê û AFAD’ê tê xwestin ku konteynirên me rakin. Di wê kêliyê de jinên ku ji bo bi me re hevdîtinê bikin hebûn û ew jin jî Bûn şahidê rakirina konteynira Komeleya Jinan a Rosayê. Ev jî esas nîşaneya tenêhiştina jinan bû. Ji ber vê yekê ev ji bo me tabloyeke giran a cuda bû.”   TÊKOŞÎNA LI DIJÎ QEYÛMAN    Polat, bal kişand ser Hilbijartinên Heremî yên 31’ê Adarê û wiha pê de çû: “Bi qeyûman re gelek navendên piştevaniya bi jinan re hatin girtin. Rosa tam jî ji ber pêdiviyê ji valahiya vê derê hate avakirin. Em niha li bajêr bi tena serê xwe têdikoşin. Em jî rastî polîtîkayên şer û tundiyê yên qeyûman tên lê li aliyê din em dest ji têkoşînê bernadin. Mehên borî jinan li Silopiyayê têkildarî xebatên herêmî komxebatek li dar xistin. Di nîqaşên hatin kirin de pêşniyarên girîng derketin holê. Me careke din dît ku jin ji polîtîkayên qeyûman re serî natewînin.”   MUXALEFETA CIVAKÎ YA SERDEMÊ    Polat destnîşan kir ku divê pêvajoyeke rêveberiyên herêmî ku hem di aliyê mîqdar hem jî di warê kalîteyê de girîngiyê dide hebûna jinan were birêvebirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em qeyûman qebûl nakin, ji ber ku polîtîkayên dijminên jinan û kurdan bi ser qeyûman tên birêvebirin. Em saziyeke ku li bajêr bi awayekî zêde ev yek tecrube kirine. Ji ber vê yekê, em hêvîdar in wê pêvajoyeke wisa rû bide ku di rêveberiyên herêmî de navendên piştgiriya jinê ji nû ve werin vekirin û mekanîzmayên ku jinan ji şîdetê diparêzin bikevin meriyetê. Li dijî zextên dewletê yên pir alî jin berxwedaneke mezin didin. Em baş dizanin ku jin hêza muxalefeta civakî ya serdemê ye. Ji ber vê yekê mekanîzmayên ku jinan diparêzin bêfonksiyon dikin. Em ê xwe ji wijdana vê pergala xerab a ku 6284 û perwerdehiya têkel ji nîqaşê vekirin û guhertina Destûra Bingehîn xistin rojevê re nehêlin. Em ê her tim têkoşîna xwe bidomînin.”   MA / Eylem Akdag