Temenekî di oxira têkoşîna azadiya jinê de: Fatma Ûyar 2024-01-03 09:06:34   ŞIRNEX - Hatîce Ûyar, dayika endama KJA'yê Fatma Ûyar ku di qedexeyên derketina derve de hatibû qetilkirin, got: "Divê sedema tekoşîna her jineke kurd Sêvê be, Pakîze, Fatma, Sakine û Asya Yuksel be. Heta em sax bin em mîrateya tekoşînê ya ku wan ji me re hiştiye bidomînin."    Di dema qedexeya derketina derve de ku di 14’ê Kanûna 2015’an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin, di 4’ê Çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin; Endama Meclisa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir û endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar hatin qetilkirin.    Fatma Ûyar, di sala 1988’an de li gundê Dihokê yê girêdayî Şirnexê ji dayik bû û piştî xwendina pola 5’an dest ji xwendinê berda, di temenekî biçûk de di nav tekoşînê de cihê xwe girt. Ûyar, piştî daxilî nava têkoşînê bû, bi awayekî çalak tev li xebatên Meclisa Ciwanan bû, 2 sal piştî xebatên xwe berdewam kir, di sala 2009'an de ji doza KCK'ê hat girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Ûyar ku di temenekî biçûk de di nav xebatên partiyê de cihê xwe girt, di girtîgehê de jî bi disîplîn û girêdayina xwe li partiyê hat naskirin û hezkirin. Ûyar, piştî ku ji girtîgehê derket xebatên xwe yên partiyê li hêla Serhed û Botanê didomand. Di dema qedexeya derketina derve de got, "Ez ê bi gelê xwe vê pêvajoyê bi rê ve bibim." Ûyar, li  Silopiyayê heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Piştî Ûyarê dayika wê Hatice Ûyar jî sond xwar ku mîrasa ku keça xwe bidomîne û di nav HDP'ê de cih girt. Dayika wê ya ku di her kêliyên jiyanê de têkoşîna keça xwe didomîne niha jî Hevseroka DEM Partiyê ya navçeya navendî ya Şirnexê ye.    'ÇAWA KU JI GIRTÎGEHÊ DERKET DI NAV XEBATAN DE CIH GIRT'   Dayika Fatmayê Hatîce Ûyar wiha behsa keça xwe kir: "8 sal di ser qetilkirina van mirovan re derbas bû, lê hê bûyera ku qewimiye nehatiye ronîkirin. Me nezanî ku ev sê jin çawa hatin qetilkirin. Fatma miroveke fedekar bû, ji vê dozê pir hez dikir. Di temenê xwe yê biçûk de dest bi têkoşînê kir. Heta ku çû jî ev doz wekî kulekê dilê wê de bû. Min her tim ji wê re digot, 'tu biçûk î, tu nikarî vê xebatê bidî meşandin.' Lêbelê wê her tim digot, 'van tiştên wiha nebêje min, ez nekim dê kî bike?' Di pêvajoya qedexeyên derketina derve de li vir bû û piştre jî derbasî Silopiyayê bû. Min ji wê re digot, 'tu li vir bimînî çêtir e.' Lêbelê wê guhdar nekir û berê xwe da Silopiyayê. 20 rojan ma li Silopiyayê û piştre qedexeya derketina derve hat ragihandin. Piştî ku qedexe hat ragihandin şer û pêvçûn çêbûn. Fatma carekê li min geriya û got, 'Yadê heqê xwe li min helal bike.' Piştî wê axaftina bi du rojan min agahiya şehadeta wê stand. Hezkirina wê ya li hemberî partiyê nayê gotin. Fatmayê ji bo azadiya jinan têdikoşiya. Her tim digot, 'Heta ku em jin negihêjîn heqê xwe ez ê tu carî nesekînim.' Pênc salan di girtîgehê de ma. Piştî ku ji girtîgehê de derket jî daxilî nav xebatan bû û karê xwe berdewam kir. Fatma li malê nesekînî. Min çend caran jê re got, 'hema carekê tu li cem min razê'. Xwedê carekê tenê jî min serê wê neşûşt, xwarin li mala min nexwar. Ji min re derd bû ku şevekê tenê li mala min razê. Ev qasî ji têkoşînê hez dikir ku wijdana wê qebûl nedikir li malê bisekine."   'DIVÊ SEDEMA TEKOŞÎNA ME JINAN SÊVÊ, FATMA Û PAKÎZE BIN'   Ûyarê bi lêv dike ku xwedî derketina li têkoşîna her sê jinan erka her jinê ye û wiha domand: "Piştî Fatmayê min jî xwest ku têkoşîna ku wê daye destpêkirin berdewam bikim. Piştî ku Fatma hat qetilkirin, kezeba min şewitî. Divê ku em hemû jin vê mîrasa têkoşînê ya ku wan ji me re hiştiye bidomînin. Piştî Fatmayê ev doz li ber çavên min şirîntir bû. Ez bi wê bêtir girêdayî tekoşînê bûm. Wijdana min qebûl nake ku ez li malê rûnim. Heta ez sax bim ez ê li pey vê dozê bim. Ez dev ji vê dozê bernadim, bi qasî ku ji destê min bê ez ê têbikoşim. Divê sedema têkoşîna her jineke kurd Sevê be, Pakîze, Fatma, Sakîne û Asya Yuksel be. Divê her jin têkoşîna wan bîne ber çavên xwe û têbikoşe."   'MIROV JI SEKNA WAN HÊZ DIGIRT'   Asya Akin ku her 3 jinan nas dikir û bi wan re têdikoşiya, wiha behsa her sê hevrêyên xwe kir: "Ez û hevala Pakîze di rêveberiya HDP'ê de bûn. Min û wê bi hev re xebat dikir. Pakîze her tim ji bi xwe bawer bû. Heta dawiyê ji xwe bawer bû û girêdayî doza xwe bû. Heval Pakîze dikarî bi saetan bi kesan re biaxivîya û ji wan re behsa partiyê bikira. Ez û ew carekê bi hev re derketin xebatê û me kovara Hêviya Jinê difirot. Dema ku em çûn dikanekê dikandar got, 'ez kovarê naxwînim lê belê ez ê pereyê wê bidim.' Heval Pakîze bi qasî saetekê wate û giringiya kovarê ji wî zilamî re vegot. Got, 'em ji bo pereyan nafiroşin em dixwazin hûn bixwînin û jinê nas bikin, keda ku jin didin bizanibin.' Piştre me pere nastand û me kovar jî nedayê. Pakizeyê jê re got, 'heke tu nexwazî fêm bikî û tu nexwînî em nadin.' Piştre em derketin."   Akinê axaftina xwe wiha domand: "Dema ku xweserî hat îlankirin wê jî weke hevserok cihê xwe girt. Wê demê bû hedefa dewletê. Bi zanebûn ew her sê hevalên jin hatin qetilkirin. Min heval Sevê jî nas dikir. Sêvê hevaleke pir kedkar û mutewazî bû. Bi mezinan re mezin, bi zarokan re zarok û bi ciwan re jî ciwan bû. Dema ku min heval Sêvê dît min ji wê hêz digirt. Sekna wê û hebûna wê hêz dida mirovî. Axaftinên wê bandor li mirov dikir. Her sê jî bi zanebûn hedef hatin girtin. Bi hezaran jin hebûn çima ew her sê heval hatin qetilkirin? Divê mirov ewilî pirsa vê yekê bike. Heval Fatma jî ew 10 roj bû ku hatibû Silopiyayê. Ji girtîgehê nû derketibû. Min ew jî nas kir. Carekê min û hevaleke mêr gengeşî dikir, heval Fatma hat tevli sohbeta me bû û nêzî du seatan bi wî hevalê zilam re gengeşî kir. Ew pir hesas nêzikî mijara jinê dibû. Her sê jî ji ber sekna wan a şoreşgerî û girêdana wan a rêxistinê hedef hatin girtin. Heta em sax bin wê têkoşîna wan bidome. Li Parîsê jî hevalên me hatin qetilkirin. Ev jî wê nîşan dide ku miroveke bi rêxistinkirî be û li Parîsê be, li Silopiyayê be ferq nake, di hedefê de ye. Em soz didin ku heta ku ji destê me bê em ê layiqî têkoşîna wan bin."    MA / Zeynep Durgut