Dayika Sêvê Demîr: Doza keça min doza her kesî ye 2024-01-05 09:08:27   MANÎSA - Sakîne Demîr der barê keça xwe Sêvê Demîr ya li Silopiyayê bi 11 guleyan hatibû qetilkirin axivî û anî ziman ku doza keça wê doza her kesî ye û wiha got: "Werin em aştiyê bînin vî welatî."      Siyasetmedarên jin Sêvê Demîr, Fatma Ûyar û Pakîze Nayir 8 sal berî niha li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatin qetilkirin. Sê jinên di dema qedexeyên derketina derve de ji bo hewcedariyên gel, ji taxekê derbasî taxeke din dibûn ji hêla leşkerên di wesayîta zirxî de hatin gulebarankirin û bi giranî birîndar bûn. Her 3 jinên birîndar demeke dirêj li benda hatina ambûlansê man û ji ber zêde xwîn winda kirin, jiyana xwe ji dest dan. Ji sê jinan tenê toqeya şîn a pirçê, xizêmeke zêr û bi dehan qalikên fîşekan man.    Di rapora otopsiyê de derket holê ku Fatma Ûyar bi 3 guleyan, Pakîze Nayir bi 5 guleyan, Sêvê Demîr jî bi 11 guleyan hatiye qetilkirin. Sêvê Demîr ji ber ku ji serê xwe hatibû hedefgirtin, serê wê hatibû perçekirin. Lê belê di doza hatiye vekirin de Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê biryara “bêrayetiyê” da û dosye şand Serdozgeriya Komarê ya Silopiyayê. Dadgehê jî destnîşan kir ku her sê jinên siyasetmedar, bi ser gumanê hatine kuştin û dosya da sekinandin.    PIŞAFTIN, ZEXT, NÎJADPERESTÎ Û KOÇBERΠ   Sêvê Demîr a di 38 saliya xwe de bi 11 guleyan hatibû qetilkirin di sala 1977’an de li gundê Şûtê ya navçeye Stewra Mêrdînê hate dinê. Ji ber polîtîkayên zext û asîmîlasyonê hêj di 5 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî navçeya Bismil a Amedê kir. Malbata Demîr a 5 salan li Bismilê ma, ji ber zêxtan vê carê jî neçar man ku koçî naveçya Salîhlî ya Manîsayê bike. Sêvê Demîr ku li vê derê karkeriya çandiniyê kir, li dijî zextên netewperestiyê di Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de dest bi têkoşînê kir.     5 SALAN DI GIRTÎGEHÊ DE MA   Demîr a ku bêhtir di xebatên jinan de çalak bû, piştre di Komîsyona Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) de xebatên xwe domand. Di operasyona 18’ê nîsana 2009’an a bi navê KCK’ê hatiye destpêkirin de hate girtin û 5 salan di girtîgehê de ma. Demîr, di sala 2011’an de tev li çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a bi daxwaza rakirina tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û pêkanîna mafê perwerdeya zimanê zikmakî hatibû li dar xistin bû. Demîr piştî ji girtîgehê derket, di nava xebatên Meclisa Partiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de cih girt û li Mêrdîn û Şirnexê xebitî.      ‘PIŞTÎ 15’Ê SIBATÊ ÇALAK BÛ’   Dayik Sakîne Demîr destnîşan kir ku hêj keça wê di 5 saliya xwe de bi zextên li gundê wan dihatin meşandin hesiya û wiha axivî: “Wê demê ji bo hilbijartinê destûr nedidan ku li Manîsayê buroya hilbijartinê were vekirin. Me rexeke xaniyê xwe weke avahiyê partiyê bi kar anî. Keça min di saet 04.00’ê serê sibê de hişyar dibû, diçû kar û dema vedigeriya jî tev li xebatên partiyê dibû. Girêdayî gel, ziman û Serokatiya xwe bû. Dema birêz Ocalan hate girtin, me dest û piyê xwe ji her karekê kişand û em 23 rojan ji malê derneketin. Vê rewşê bandoreke mezin li Sêvê kir û piştre di xebatan de çalaktir bû.”     ÇÛNA SILOPIYAYÊ    Dayik Demîr da zanîn ku keça wê li dijî polîtîkayên şer ên li Kurdistanê dihatin meşandin, çû Silopiyayê. Demîr dema pirsa “Em li vê derê xebatan bi hev re didin meşandin. Ev rê zehmet û giran e. Dê karibî vî barî ragirî?” li keça xwe kiriye, wiha bersiv jê re hatiye dayîn: "Dê karibin 4 qatê ji vê girantir jî hilbigirim.” Dayik bi bîr xist ku dema qedexeyên derketina derve hatine îlankirin xebat hatin destpêkirin û keça wê ji ber berpirsyariya siyasî, ji bona şer bi dawî bibe, çû li Silopiyayê.     HERÎ DAWÎ KEÇA XWE LI AMEDÊ DÎT      Di berdewama axaftina xwe de Demîr da zanîn ku wê herî dawî keça xwe li Amedê dîtiye û wiha pê de çû: “Piştî ku ez hatim Manîsayê li min geriya. Deng dihatin û dema min pirsa ‘Tu çûyî ku derê?’ Jê kir wiha bersiv da min, ‘Ez li Silopiyayê me, ma agahiya we nîn e?’ Keça min siyasetmedar bû. Ji bo kurd, tirk, laz, çerkez hemû gelan xebat dida meşandin. Ew li wir qetil kirin. Piştî ku keça min qetil kirin jî gule lê barandine. Ev edaletek, hiqûqeke çawa ye?”   ‘BILA ZAROKÊN XWE BIPIRSIN’   Demîr destnîşan kir ku keça wê di hevdîtinên dawî de jê re gotiye, “Heke xwîna min biherike, bila li vê axê biherike" û wiha domand: “Ez ji vir bangî dayikên leşkeran dikim; werin em aramî û aştiyê bînin vî welatî. Bila ew jî pirsa zarokên xwe bikin û bêjin êdî bes e. Sêve şehîd bû, piştre bi hezaran mirov şehîd bûn. Ez dixwazim êdî bila kes nemire, bes e.”   ‘BILA BERPIRSYARAN CEZA BIKIN’   Di dawiya axaftina xwe de Demîr da zanîn ku ne kujer ne jî berpirsyar hatin darizandin û diyar kir ku ew ê dest ji dozê bernede û wiha axivî: “Ez ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî heqê keça xwe biparêzim. Doza Sêvê doza her kesê/î ye. Her roj mirov dimirin. Yên keça min kuştine bila werin cezakirin.”   MA / Delal Akyuz