Li Girtîgeha Sîncanê berdana 11 jinan hate taloqkirin 2024-01-05 12:12:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera DEM Partiyê ya Bedlisê Semra Çaglar Gokalp diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê 11 jin ji mafê berdana bi şertê kontrola edlî sûd negirtine û ji bo Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Meclisê kir.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Bedlisê Semra Çaglar Gokalp, têkildarî jinên girtî ku nikarin ji mafê berdana bi şertê kontrola edlî sûdê bigirin serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê da. Gokalp, bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnc bi bersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.    Gokalp, di serlêdana xwe de diyar kir ku tevî cezayê li 11 jinan hatiye birîn xelas bûye jî bi biryara Lijneya Çavdêrî ya Îdareyê nikarin ji mafê berdana bi şertê kontrola edlî sûdê bigirin û xwest mijar were lêkolînkirin.     Parlamentera Bedlisê Semra Çaglar Gokalp   ‘BILA EV HELWESTA LI DIJÎ GIRTIYÊN SIYASÎ BÊ LÊKOLÎNKIRIN’    Di daxwaznameya Gokalpê de ev agahî cih girtin: “Nedîme Yaklan û Sermîn Demîrbag ên 30 sal in di girtîgehê de ne, Zeynep Bîngol a 70 salî û nexweş e 10 sal in di girtîgehê de ye û Mûkaddest Kûbilay, Jiyan Ateş, Sabîte Ekîncî, Necla Yildiz, Rozerîn Kûrt, Ozlem Demîr, Dîlan Oynaş û Sedef Demîr bi hincetên “ne di rewşeke baş de ne” û “ne amadene bikevin nava civakê” ji aliyê Lijneya Çavdêrî û Îdareyê ve berdana wan tê taloqkirin. Bi van biryarên dij hiqûqî û keyfî girtiyên nexweşên giran di nav de mafê hêviyê yê bi sedan girtiyan ji dest tê wergirtin. Ez daxwaz dikim ku ev pêkanîna li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tenê li dijî girtiyên siyasî tê kirin ji aliyê Komîsyona Jêr a Mafên Girtî û Hikumxwaran ve ku di bin banê komîsyona we de ye bê lêkolînkirin.”    PÊŞNIYAZPIRSEK DA WEZARETÊ    Gokalp, di heman mijarê de ji bo Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç bibersivîne pêşniyazpirsek pêşkeşî Serokatiya Meclisê kir.