Li Amedê jinek hate qetilkirin 2024-01-08 18:50:16   AMED - Li navçeya Rezanê Pervîn Bal ji aliyê hevjînê xwe N.B. ve hate qetilkirin.    Li Taxa Korhat a girêdayî navçeya Rezan a Amedê Pervîn Bal (45) ji aliyê hevjînê xwe N.B. (71) ve bi amûra birînê hate qetilkirin. Cenazeyê Balê birin Saziya Tiba Edlî ya Amedê û faîl N.B. hate binçavkirin.    Hate diyarkirin ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.