TJA dê li Amedê konferansê ku dê du rojan bidome li dar bixe 2024-01-12 12:57:23   AMED - TJA dê li Amedê konferansa “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar bixe ku dê ji welat û derveyî welat gelek kes tev li bibin û du rojan bidome.    Tevgera Jinên Azad (TJA) dê di navbera 13-14’ê çileyê de li Demîr Hotel a li Sûr a Amedê konferansa navneteweyî ya “Zincîra Bêdengiyê: Rûxandina Dîwarên li Dora Girtiyên Siyasî” li dar bixe.     DÊ AXAFTINA EWIL MARTÎNA ANDERSON BIKE   Konferans dê bi axaftina endama Parlamentoya Ewropayê û parlamentera serdema berê Martîna Anderson dest pê bike. Di roja ewil a konferansê de dê bi sernavên “Nihêrîneke li girtîgehên Tirkiyeyê yên di roja me de”, “Tecrûbe û têkoşînên girtiyên jin ên siyasî” û “Darizandin û girtinên siyasî de hiqûqa neteweyî û navneteweyî” panel bên lidarxistin.    Konferans dê du rojan bidome û ji bakurê Kurdistanê, Tirkiye û herêmên cuda yên cîhanê binpêkirinên li dijî girtiyên jin ên siyasî bên nîqaşkirin. Bi konferansê armanc ew e ku tecrûbe, têkoşîn û berxwedana jinên girtî di qada neteweyî û navneteweyî de bên parvekirin û stratejî û rêbazên di qadên medya, huner, hiqûq û hwd. de bên nirxandin.    Dê panelîstên ji Filîpîn, Filistîn, Kolombiya, Herêma Baskê ya Spanyayê, Katalonya, Îran û Başûrê Kurdistanê tev li bibin.