Jinan li pêşiya Sîncanê bang kirin: Têkoşîna Kişanakê têkoşîna me ye 2024-01-15 14:50:51 ENQERE - Jinan di navbera nîvro ya danişîna Doza Kobanê de daxuyanî dan û destnîşan kirin ku têkoşîna siyasetmedara kurd Gultan Kişanak, têkoşîna wan e.    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelen (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, parlamenterên DEM Partiyê, Dayikên Aştiyê, rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), ji bo Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê (DBB) ya berê Gultan Kişanak ku di Doza Kobanê de parastinê dike, li pêşiya Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî dan.    ‘TÊKOŞÎNA JINAN TÊKOŞÎNA ME YE’   Di daxuyaniyê de ewilî parêzer Gulyeter Aktepe axivî û destnîşan kir ku ew wek femînîst û jinên ji her aliyê Tirkiyeyê, hatine pêşiya Kampûsa Girtîgeha Sîncanê û da zanîn ku êw ê li cem Kişanakê bin. Aktepe, diyar kir ku Gulten Kişanak ji ber tev li çalakiyên 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê bûye tê darizandin û wiha axivî: “Têkoşîna jinan a li dijî tundiya zilaman, têkoşîna me ye. Daraza mêr kujerên jinan nadarizînin, jinên wekî Gultenê yên di vê qadê de têdikoşin didarizîne.”    'EM ŞANDEYEKE DADGEHÊ YA PIŞTA XWE DAYE QESRÊ RE RÛ BI RÛ NE'   Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî anî ziman ku Kişanak daraza ku bûye gopalê dîktatoriya faşîst didarizine û ev tişt gotin: “Me gelek caran anî ziman ku Doza Kobanê ne dozeke hiqûqê ye. Îro Gultan Kişanak nekarî dest bi parastina xwe bike. Îro Gultan Kişanak careke din anî ziman; şande û dadgeheke heyî ji dadgehên engîzîsyonê yên serdema nâvîn cudatir nîn e. Em bi şandeyeke dadgehê ya wisa re rû bi rû ne ku rasterast pişta xwe daye qesrê û haya wan pê nîn e ku pirsên ku ew dipirsin bê ka bingeha xwe dispêre dosyeyê yan na.”    ‘EM Ê KARIYERA XWE BI HILWEŞANDINA WE BIKIN’   Hatîmogûllari bi bir xist ku Gultan Kişanak ji ber tev li çalakiyên 8’ê Adarê û 27’ê Mijdarê bûye, 37 caran bi muebbeta girankirî tê darizandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev tişt li tu dera cîhanê de nehatiye dîtin. Li cihên ku bi qralan tê revebirin jî, tiştên wina gelek kêm tên jiyîn, lê belê di sedsala 21’an de, di dewleta qaşo hiqûqê ya Tirkiyeyê de pergala darazê wekî pergala engîzîsyonê tevdigere. Gultan Kişanak jineke kurd e. Pêşengeke girîng a tevgera jinê ye. Di têkoşîna gelê kurd de destûrê nade feraseta desthilata mêr, di siyasetê de ji bo ku jin wekhev û azad tevbigere têkoşînê dide meşandin. Wekî ku Gultan Kişanakê aniye ziman, ‘Em jin dê kariyera xwe ya herî mezin bi hilweşandina desthilata we, bikin.' Erê em wek jin dê kariyera xwe ya herî mezin bi hilweşandina desthilata we ya faşîst, bikin.”   Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.