Jin ji bo ‘Efxanistaneke bêyî Talîban’ têdikoşin 2024-01-19 09:08:26 NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên efxan bang li hêzên navneteweyî kirin ku dest ji piştgiriya Talîban berdin û gotin: “Dengê me çeka me ye. Talîban bi tu awayî nikare vê çekê ji destê me bigire. Jin dê herî dawî çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin."    Talîban di 15’ê tebaxa 2021’ê de dest danî ser rêveberiya Efxanistanê. Du sal û nîv e welat bi şerîetê tê birêvebirin. Li vir jiyan ji bo jinan veguherandiye dojehê. Li gorî texmînanan piştî hatina Talîban herî kêm 200 hezar efxan dest ji welêt berdane. Talîban di bin navê şerîetê de destkeftiyên jinan yek bi yek ji wan distîne. Li dijî Talîban têkoşîna jinan berdewam dike. Jinên hem di nava welat de, hem jî li derveyî welat dan zanîn ku ew rêveberiya Talîban qebûl nakin û dê ji bo azadiya xwe têbikoşin.    Der barê mijarê de em bi jina ku ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe wek Manîjah Nava guherandiye û Zarmîna Paryanî ya ji ber zextên Talîban koçî Almanyeyê kiriye re axivîn.    HAT BINÇAVKIRIN, ÎŞKENCE DÎT   Manîjeh Nava di du salên dawî de 6 caran hatiye binçavkirin û rastî îşkenceya zayendî hatiye. Nava destnîşan kir ku daxuyanî û sozên Talîban dide, li derveyî rastiyê ne û wiha axivî: “20 sal berê, dema ez zarok bûm jî rêveberiya wan hebû û ez dizanim bê ka feraseta wan çawa ye. Em wek jin ji roja ewil heya niha li qadan in. Du sal û nîv ji ser destxistina wan a rêveberiyê, derbas bûn. Di nava vê demê de 6 caran hatim binçavkirin, 6 mehan di girtîgehê de mam. Gelek caran rastî îşkenceyê hatim, li min xistin û rastî tecawizê hatim. Her carê dîsa daketim kolanan û qêriyam. Wekî jinên efxan ez jî wan naxwazim. Ji bo vê yekê çi hewce be ez ê bikim. Tu tiştekî me jinan a ku em winda bikin tune, her tiştekî me ji destê me girtin. Hekê ji îro şûnde em ser bikevin, em ê bi têkoşînê serbikevin.”     JI BO EFXANISTANEKE BÊYÎ TALÎBAN   Nava, da zanîn ku ew ê di her şert û mercan de têbikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha ji bo jinan welat gelek tarî ye. Em tena serê xwe nikarin bigerin, nikarin biryar bidin bê ka dê çi li xwe bikin. Tê bêjî qey heya mirinê cezayê hefsê dane me. Em nizanin bê ka dê ev heya kengî bidomîn lê belê em serê xwe natewînin. Em ji bo ku nifşê nû di tariyê de nemîne têdikoşin. Di dibistanên veşartî de perwerdeyê didin, der barê tiştên ku karibin werin kirin, zarokên keçik perwerde dikin. Em ji bo Efxanistaneke bêyî Talîban dixebitin.”   ‘PIŞTGIRIYA WE DIBE SEDEM’   Di dawiya axaftina xwe de Nava bang li dewletên navneteweyî kir ku piştgiriyê nedin Talîban û wiha derbirî: “Dest ji nedîtina gel û jinên efxan berdin. Bi qasî ku hûn hevkariya wan bikin, ew jî dê îşkenceya xwe bidomînin. Ji bo ku ev bi dawî bibin, danekirinan bisepînin. Bi rastî ji mafê jinan biparêzin û li cem jinan bisekinin.”   BAJAR BI BAJAR KARWANÊ ÇALAKIYAN    Zarmîna Paryanî ya ji ber gefên îşkence û kuştinê ji neçarî koçî Almanyayê kir û ji bo ku bala civakên navneteweyî bikêşe, li bajarê Kolnê yê Almanyayê li gel komekê çadir vegirt û 12 rojan bi komê re ket greva birçîbûnê. Paryanî niha jî di çarçoveya “Bajar bi bajar karwanê çalakiyên li dijî cihêkariya zayendî ya li Efxanistanê” de li bajarê Bochumê, çalakiya rûniştinê li dar dixe.    ‘MUAMELEYA MIROVAN NABÎNIN’   Paryanî, destnîşan kir ku jin li Efxanistanê muameleya mirovan nabînin û got: “Mafên jinan ên kar, zewac, milk û heya hilbijartina cilan jî ji wan stendin. Di bi rêveberiya Taliban de tu wateya jiyanê nemaye. Dema ku karê we tune be, mafê we tune ku hûn ji malê derbikevin. Mafê we tune ye ku hûn biçin dibistanê û zanîngehê. Tu dengê xwe bilind bikî, tu têyî girtin, li herêmên Talîban bi awayeke veşartî, rastî tecawizê têy. Dema di sala 2022’yan de Talîbana biçek ket mala me, min xwest ku xwe bikujim. Ji ber tu çareyeke min tune bû. Min nedixwest di destê Talîban de bijîm.”    ROLA DEWLETÊN ROJAVA, AMERÎKA Û ÇÎNÊ   Paryanî bi bîr xist ku gel rêveberiya Talîban qebûl nake û wiha pê de çû. “Heke dewletên rojavayî, Amerîka û Çîn piştgirî nedin dê Talîban têk biçûya. Ev welat çek, pere û nan didin leşkerên Talîban. Talîban vedixwînin civînên fermî û derveyî fermî.”    ‘TALÎBAN NIKARE DENGÊ ME QUT BIKE’   Di dirêjiya axaftina xwe de Paryanî bilêv kir ku jinên efxan tevî her tiştî li ber xwe didin û wiha pê de çû: “Dixwazî li Efxanistanê dixwazî li derveyî Efxanistanê bibin, em wek jin bi hev re ne, dengê hevûdu ne. Banga min bo hemûyan e; bêdeng nemînin. Talîban ji roja ewil li bajarên Badakhshan û Kunduzê keçan ji ber çarşev û pêçeyên wan yên reş tune bûn, dan ber qemçiyan. Ji ber vê yekê me 2 sal berê koneke Talîban da ber agir. Ez tev li çalakiyên li dijî Talîban bûm, du caran ketim hefsê. Rastî îşkenceya derûnî û fizîkî hatim. Ji bo dernekevim derveyî welat dest danîn ser pasaporta min. Ji ber ku naxwazin em der barê sûcên wan de biaxivin. Îro em ji ber êş û xirabiyên Talîban li kolanên sar ên Almanyayê konan vedidin. Hêj jî qêrînên girtiyan di bîra min de ne. Îro jî hezaran jin van êşan hêj jî dijîn. Dengê me çeka me ye û dê Talîban tu caran nikaribe vê ji destê me bistîne.”    ‘JIN DÊ ÇARENÛSA XWE DIYAR BIKIN’   Di dawiya axaftina xwe de Paryanî bal kişand ser piştgiriya dewletên navneteweyî û ev tişt gotin: “Armanca çalakiyên me, hedefgirtina dewletên piştgiriyê didin Talîban e. Em bang li wan dikin ku bila piştgiriya siyasî û aborî bidin sekinandin. Komele û saziyên mafên mirovan, dikevin pey berjewendiyên takekesî û pereyan qezenc dikin. Di bin zilma Talîban de kêliyek jî jiyîn ne di xema wan de ye. Lê jin dê bi têkoşînê dawiya dawî çarenûsa xwe bi destê xwe diyar bikin.”   MA / Berîvan Kutlu