CFWIJ: Di kanûnê de 6 rojnamegerên jin hatin qetilkirin 2024-01-19 13:03:54 ENQERE - Li gorî rapora meha kanûna 2023’yan a CFWIJ’ê, li dijî rojnamegerên jin 76 binpêkirin hatin kirin û 6 rojnamegerên jin jî hatin qetilkirin.    Koolîsyona Di Rojnamegeriyê de Jin (The Coalition For Women In Journalism-CFWIJ) rapora xwe ya meha kanûna 2023’yan eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku rojnamegerên jin ên filistînî serdemeke pir giran jiyan û wiha dom kir: “Meha kanûnê ji bo rojnamegerên jin ên filistînî bû meha herî xedar.”    ZEXT, GEF, CÎNAYET    Di berdewamiya raporê de hat destnîşankirin ku di meha kanûnê de li dijî rojnamegerên jin 76 binpêkirin çêbûne û ev binpêkirinên mafan jî weke zext, tundî, cînayet, gef, zexta qanûnû, êrişên fîzîkî û xwegihandina nûçeyan hatin rêzkirin. Hat diyarkirin ku li Fransa, Kolombiya, Kanada, Paraguay, Karadag, Pakistan û Sirbistanê herî kêm li 14 rojnamegeran gef hatin xwarin, 7 rojnameger ji kar hatine avêtin û 6 rojnameger jî hatine qetilkirin.    VENEZUELA DI RÊZA EWIL DE YE   Di berdewamê de hat diyarkirin ku li Venezuelayê biryara astengkirina xwegihandina nûçeyên 13 rojnamegeran hatiye dayîn û di rêza ewil de ye. Her wiha bi qetilkirina 6 rojnamegeran li Xezeyê re Îsraîl di rêza duyemîn de, Avustralya û Karadag jî di rêza sêyemîn de cih girtin. Li gorî raporê; li Tirkiye, Mogolistan û Pakistanê 4 rojnameger hatin binçavkirin. Li Belarus, Mogolistan û Rûsyayê rojnameger hatin girtin û li Îran û Kazaxistanê jî ceza li 2 rojnamegeran hate birîn.