Di meha çileyê de 31 jin hatin qetilkirin 2024-02-02 13:52:10   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî rapora meha çileyê ya KCDP’ê 31 jin hatin qetilkirin, ji van 21 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.    Platforma Em ê Pêşiyê li Cînayetên Jinan Bigirin (KCDP) rapora xwe ya meha çileyê aşkere kir. Li gorî raporê di meha çileyê de 32 jin hatin qetilkirin ji van 21 jin bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dan.     Ji 33 jinan 6 jê bi hinceta daxwaza hevberdanê, nexwestina li hev werin, bizewicînê û têkiliyê danînê, jinek bi hinceta aboriyê, jinek jî ji ber dayika xwe parast hate qetilkirin. 23 jin jî ji bo çi hatin kuştin nehate zanîn.    HERÎ ZÊDE LI MALÊN XWE HATIN QETILKIRIN     Ji jinên vê mehê hatin qetilkirin 19 li mala xwe, 7 li kolanan, 2 li cihên şahiyê, 2 li qada cemaweriyê, yek jî di wesayîtê de hate qetilkirin. Ji sedî 61’î jinan li malên xwe hatin qetilkirin. Ji jinan 19 jê bi çekê, 9 bi amûrên birînê, 2 bi fetisandinê hatin qetilkirin. Nehate tespîtkirin ku jinek jî çawa hatiye qetilkirin. Di vê mehê de ji sedî 61 jinan bi çekan hatin qetilkirin.