Mijara Kovara Jînê ya vê hefteyê erdhej bû 2024-02-04 11:01:37   NAVENDA NÛÇEYAN - Kovara Jînê vê hefteyê bi manşeta “Jin, zarok, astengdar.. hêj di bin kavilên ranta we de ne” derket.    Hejmara 49’an a Kovara Jînê bi manşeta “Jin, zarok, astengdar.. hêj di bin kavilên ranta we de ne” derket. Di hejmara vê hefteyê de têkoşîna jinan, zarokan, astengdaran û zindiyên din ên piştî erdhejên 6’ê Sibata 2023’yan hate vegotin.    Nivîsên di hejmara nû de wiha ne:    * Jiyanên di nava çendek saniyeyan de guherîn û rojên min ên li herêma erdhejê... / Dîlan Babat    * Saleke ku di navbera mirin û jiyanê de derbas bûyî! / Tulay Hatîmogûllari – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê    * Li herêma erdhejê astengdarbûn / Cansu Kaplan   * Di erdhejê de zarok / Ezgî Koman   * Dewleta mêr – piştgiriya bişert / Gulşen Demîr - Komeleya Jinan a Rosayê    * Navenda malbat, neolîberalîzm û dewletê: Kapîtalîst patriyarka / Hulya Osmanagaoglû   * Tundiya li ser bingeha zayendê û cureyên tundiyê çi ne? / Bêrîtan Onuk –Komeleya Jinan a Mîmozayê