Platforma Jinan a Enqereyê mexdûrên erdhejê bibîr anî 2024-02-05 21:41:45   ENQERE -  Jinên di salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya Mereşê de li ber Abîdeya Mirovahiyê hatin cem hev û bi mûm û pankartên di destên xwe de meşeke bêdeng li dar xistin û gotin, "Em ê ji bîr nekin, efû nekin, em ê li ber xwe bidin."   Platforma Jinan a Enqereyê di salvegera erdheja 6'ê Sibatê ya ku navenda wê Mereşê, li ber Bîrdariya Mirovahiyê ya li Kolana Yukselê hatin cem hev û heta Kolana Sakaryayê meşeke bêdeng li dar xistin. Bîrdariya Mafên Mirovan a ku beriya meşê jin lê kom bûn, ji aliyê wesayîtên polîsan ve hat dorpêçkirin. Gelek rêxistinên jinan, Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk tevlî çalakiyê bûn. Li ser navê platformê Emîne Akyildiz axivî.     Akyildizê destnîşan kir ku ji bo bibin dengê mexdûrên erdhejê kom bûne û got: “Ji bo em jiyanê bidomînin çi hewce bike divê em bikin. Pirsgirêkên çareser bikin, kontrolkirina tenduristiyê, li dijî şîdetê em ê bi mexdûran re piştevaniyê mezin bikin. Li dijî polîtîkayên talanê ya îktîdarê em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Em ê li dijî şîdetê bajarên azad avabikin. Em ji bîrnakin û nadin ji bîrkirin. Em efû nakin û em ê hesabê bipirsin.”   Meşa jinan piştî daxuyaniyê bi dawî bû.