Ji komploya 15'ê Sibatê heya niha reş girê dide 2024-02-11 09:04:59 RIHA - Esme Samî ku ji roja Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployeke navdewletî radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha reş girê dide, got: "Heta ew azad nebe em ê bitêkoşin û paş de gav neavêjin." Pêvajoya ku di sala 1979'an de bi hatina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Kobanê dest pê kir, bingeha şoreşa bi pêşengiya jinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê danî ku li tevahiya Rojhilata Navîn serdemeke nû da destpêkirin. Yek ji kesên ku qonaxa destpêkê ya têkoşînê dîtiye û tevli xebatên perwerdeyê bûye Esme Samî ya 63 salî ya bi navê Yadê Esme ye. Samiyê di 25'emîn salvegera komploya navdewletî de ji ajansa me re axivî.   Samî ku di sala 1991'ê de li Bêrûda Libnanê Abdullah Ocalan û hevrêya wî Sakîne Cansizê nas kiriye, hem bîranînên xwe hem jî armanca çalakiya xwe bi me re parve kir.   JI SALA 1999'AN VE REŞ GIRÊ DIDE   Samî ku li Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, di sala 1961'ê de li gundê Tirseqan ê navçeya Hezex a Şirnexê ji dayik bûye. Samî ku di 10 saliya xwe de bi malbata xwe re koçî Cizîrê kiriye, di sala 1985'an de di 24 saliya xwe de PKK'ê nas kiriye. Samî ku piştre dest bi têkoşînê kiriye, ji aliyê rejîma Baasê ve rastî zext, îşkence û binçavkirinê hatiye. Samî ku demekê li Girtîgeha Helebêgirtî maye, tevî hemû zextan jî dest ji têkoşînê bernedaye.   Gava di 15'ê ibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan radestî Tirkiyeyê tê kirin, Samî û xwişka xwe wekî bertek reş girê didin. Wê demê leşkerên rejîmê davêjin ser mala wê ya li Qamişloyê û tê binçavkirin. Paşê wê dibin Lamê û li vir 15 rojan di binçavan de dimîne û dû re serbest tê berdan.    Samiyê ku bi malbata xwe re bi karê çandiniyê yê demsalî debara xwe dike, dayika 8 zarokan e. Samiyê ku pereyê bi dest xistiye ji bo têkoşînê xerc kiriye wiha got: “Tenê birçîbûnek me hebû; 'Azadî'. Samiyê bal kişand ser biryardariya xwe ya di têkoşînê de û anî ziman ku PKK’ê ji bo jinan serdemeke nû daye destpêkirin. Samiyê wiha domand: “Me jineke weke Sakîne Cansiz nas kir. Bi saya jinên pêşeng ên weke wê, jinên ku bi hezaran salan li mala xwe girtî bûn û nikaribûn derkevin pêşberî gel, îro dikarin bibin şervan û siyasetmedar. Jinên ku nizanin bixwînin û perwerdeyê bibînin, hîn di 70 saliya xwe de bi çekên li ser pişta xwe şer dikin."     ABDULLAH OCALAN NAS DIKE   Samiyê ku Abdullah Ocalan li Bêrûdê dîtiye, qala wan rojan kir: “Em di sala 1991’ê de bi gelek dayikan re, me bi heyecaneke mezin berê xwe da Bêrûda Libnanê. Me yê li vir birêz Ocalan bidîta. Hin jin ji malên xwe reviyan û bi me re hatin. Em hemû bi heyecaneke mezin li bendê bûn. Birêz Ocalan bi kincên xwe yên leşkerî hat cem me. Wê demê Sakîne Cansiz nû ji zindanê derketibû û min ew dît. Ez çûm min ew hembêz kir. Ew kêlî ji bo me hemûyan wekî xewnekê bû. Kesekî ji me bawer nedikir ku em ê karibin birêz Ocalan bi çavên xwe bibînin."   ‘BÛ RÊBERÊ GELAN'   Samiyê diyar kir ku zarokên wê jî ji têkoşîna wan bandor bûne û got ku bi baweriya ku têkoşîna wan wê bi ser bikeve pêvajoya dijwar didomînin. Samiyê diyar kir ku bi derxistina Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê pêvajoyeke nû dest pê kir û got: “Dema ku em hîn bûn ku birêz Ocalan dîl hatiye girtin, em gelekî hêrs bûn. Min û birayê xwe wê demê soz da; 'Heta ew azad nebe em ê bitêkoşin û paş de gav neavêjin.' Ji wê demê de ez reş li xwe dikim. Di destpêkê de ev çalakiya me ji ber ku wekî pasîf dihat dîtin, kêm dihat dîtin, lê me serî netewand. Birêz Ocalan got ku 'Xebata jinan kêm e.' Lê me jinan dest ji xebatê berneda. Heta azad bibe em ê bidomînin. Di roja ku Şêx Seîd hat darvekirin de ew mehkeme kirin. Wan hewl da ku me ji ramanên wî qut bikin. Lê me her roj hinekî bi hêztir xwe li fikrên wî girt. Îro ne tenê kurd, her wiha ereb, asûrî û tirkmenên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jê re dibêjin 'rêberê min.'"   MA / Ceylan Şahînlî