Li dijî medyaya mêrsalar di têkoşînê de dengê jinan 2024-03-02 11:56:06   AMED - Rojnamegerên jin ên ku 12 sal berê bi JINHA'yê re mudaxileya mêrsalariyê kirin bi Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê re rêxistina xwe ava kirin. Rojnameger Bêrîtan Canozer û Roza Metîna diyar kirin ku ji bo feraseta mêrsalar û zimanê wê bi temamî biguherînin têkoşînê didomînin.   Li hawireke ku bi êrîşên pergala mêrsalar hatiye dorpêçkirin, jin li hemû qadên jiyanê têkoşîna hebûnê didin. Têkoşîn û rêxistinbûna rojnamevanên jin, ku dengê jinên li dijî tundî, zext, destdirêjî, destavêtin, kuştin û çavtirsandinê têdikoşin e, îro gelek girîng dibe. Rojnamevanên jin ên kurd ku li medyayê ji bo bi nêrîna jinan nûçeyan çêbikin bi rê ketin, di 8’ê adara 2012’an de bi dirûşmeya “Em bêyî ku bifikirin zilam çi dibêjin dinivîsin” bi Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) mudaxileya ewil li zimanê mêrsalar kir. JINHA ya ku nêrîna jinan li medyayê da qezenckirin û di demekî kurt de bû dengê rêxistinên jinan, di 29’ê cotmeha 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de (KHK) ku di 29’ê Cotmeha 2016’an de hate weşandin hate girtin. Lê jinên ku dest ji têkoşînê bernedan bi Rojnameya Şûjin a li ser înternetê weşan dikir rêya xwe berdewam kirin. Piştî ku hêj saleke Şûjinê tejî nebû di 25’ê tebaxa 2017’an de hate girtin biryardariya têkoşînê bi JINNEWS’a ku di 25’ê îlona 2017’an de bi zimanên kurdî, tirkî, ingilîzî û erebî dest bi weşanê kir, dom kir.    KEVNEŞOPIYA 106 SALAN   Kevneşopiya weşana jinê ya bi JINHA’yê ku ajansa ewil a 10 jin li Amedê hatin bahev û ava kir e dest pê kir, kete sala 12’an. Kevneşopiya ku JINHA xwe dispêrê jî gelek kevne. Rojnameya Kurdistanê ku di 22’yê Nîsana 1898’an de li Kahîreyê dest bi weşanê kir, di dîroka çapemeniyê kurd de rojnameya ewil e, ji bo jinên kurd jî bû mîladek. Kovara Jînê ya piştî 20 salan rojnameya Kurdistanê di sala 1918’an de hatiye weşandin ji bo rojnamevanên ji bû destpêka pêvajoyeke nû. Kovara Jînê ya organa weşanê ya Cemîyeta Jinan a Tealiya Kurd bû bi armanca ku “di jinan de feraseta netewî bide avakirin” dihate weşandin û di kovarê de têkildarî feraseta kurdbûn û wekheviyê de nivîs cih girtin.    Ji sala 1918'an heta salên 2000'î li 4 parçeyên Kurdistanê û dîasporayê rojnamevanên jin ên Kurd bi hejmareke zêde weşan weşandin, lê bi salên 2000'î re di warê weşangeriya jinê ya li Çapemeniya Azad de pêşketinên girîng rû dan. JIN TV ku 9'ê çileya 2018'an ji bo dengê jinan bi dîtbarî nîşan bide ava bû, 8'ê Adara 2018'an dest bi weşana xwe ya testê ya yekemîn kir û di 30'ê Hezîranê de veguherî weşana asayî. Rojnamegerên jin ên di sala 2023’yan de yeke din li destkeftiyên xwe zêde kirin, di pêvajoya piştî JINHA’yê rêxistinkirina xwe bi Komeleya Rojnamegeran a Jinan a Mezopotamyayê (MKG) sazî kirin û di 7’ê cotmehê salvegera şehadeta Gerînendeya Weşana Giştî ya jin a ewil Gûrbetellî Ersozê de damezarandina xwe ragihand. Komeleyê li gel atolye û perwerdeyên ji bo pêşxistina pîşeyî, komele bi armanca mafên rojnamegerên jin ên li dijî zext û binpêkirinan bi rê ketin.    Berîtan Canozer a bi JINHA’yê dest bi rojnamevaniyê kir û niha li JINNEWS’ê berdewam dike û Seroka Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê Roza Metînayê bi boneya 8’ê Adarê têkildarî têkoşîna di vê qadê de tê dayÎn û rêxistinkirinê axivîn.  Rojnameger Bêrîtan Canozer    AJANSA NÛÇEYAN A JINAN A EWIL    Canozer, diyar kir ku JINHA ajanseke diyarî jinan hatiye kirine û bi bîr xist ku ajans di 8’ê Adarê de ku ji bo berxwedana jinê rojeke girîng e hate avakirin. Canozer, anî ziman ku rojnamevanên li dijî zimanê mersalar rojnamevaniya jinê dikin feraseta meran aciz dikin û wiha got: “Bi taybetî jî ji bo medyayeke ku bi aqilê nêr tê birêvebirin, rihê jinê û resenbûna jinê bîne îmtiyazeke girîng bû.” Canozer diyar kir ku zimanê weşanê yê JINHA’yê bandorê li zimanê nêr yê medyaya sereke jî dike û got ku armanca wan ew e ku jinên ku di “rojnamegeriya rûpela 3’yemîn” de tên tepisandin di her warî de xuya bikin. Canozer di berdewama axaftina xwe de ji zimanê medyaya sereke çend mînak dan, anî ziman ku qetilkirina jinan tê rewakirin.    Canozer, anî ziman ku jina di medyaya sereke de bi “malbat, mêr, eşîr” tê naskirin, bi weşangeriya jinê re bi jiyan û têkoşîna xwe ya takekesî tê nasandin û wiha berdewam kir: “Dema ku şexs bi nav û paşnavê xwe di hemû medyayê de tê nasandin, em navê takekesî derdixin pêş. Ev xaleke girîng e, ji ber ku sedema bingehîn a kuştina jinan û kuştinên li ser navê namûsê hatine kirin, îdiakirina nifşê ku jin ‘pê ve girêdayî ye’ ne. Em jî ne nifşî, girîngiyê didin kesan bixwe. Vê biryarê bandor li medyaya din jî kir, ji ber ku di heman demê de em teşhîra nûçeyên di saziyên din ên medyayê de tên kirin jî dikin. Dema jinek tê qetilkirin medya hincetên weke ‘krîza hesûdiyê, sedemên aboriyê’ dinivîse lê em berovajiya wê dikin. Nûçeyên ku me çêdikilrin teşe didan nûçeyên ku kesên din jî çêdikin. Feraseta mêran bi temamî nikare xwe biguherîne lê em ji bo guherînê pêşengtiyê dikin.”   PÊŞENGTIYA GUHERTINA TÊGIHAN   Canozer, bi lêv kir ku penasekirinên weke “hevjîn” , “mêr” jî bikarnaînin û wiha lê zêde kir: “Em şûna hevjînê wê yan mêrê wê penasekirinên weke ‘mêrê ku pê re zewicî ye’ an jî ‘jina ku pê re zewicî ye bikartînin. Ji ber ku hevjîn têgîneke divê bingeha wê ya bîrdoziyê hebe ye, heke wekhevî nebe, mirov nikare qala ‘hevjîniyê’ bike. Ji ber vê yekê têgih me hem di nava ajansê de hem jî bi aktivîst û komeleyên jinan re nîqaş kirin. Di encama van nîqaşan de dema me zimanê weşanê da rûniştandin me gelek baldariya van têgihan kir.”   LI QADÊ BI GELEK PIRSGIRÊKAN RE RÛBIRÛ DIMÎNIN   Canozer a anî ziman ku weke rojnamevanên jin li qadê bi gelek pirsgirêkan re rûbirû dimînin û anî ziman ku carnan tundî li wan tê kirin carna tên tacîzkirin û wiha got: “Bi taybetî weke kurdek û rojnamevanek li herêmê bi gelek rewşan re rû bi rû man. Di dema me hewl dida ferasetê biguherînin me armanc kir ku dîmenî jî biguherînin. Dema me dest pê kir, em di ferqê de bûn ku dê gelek zehmetiyan bijîn. Ji ber ku em jin jî bûn em rastî gelek tacîzan hatin. Dema min li Deriyê Çiyê çalakiyek dişopand, polîsekî got ‘here li malê hevîrî bike, çi karê te bi wê kamerayê heye’. Ev rûyê feraseta wan a ku rûyê wê hate dîtin bû û mînakeke aşkere ku rewşa me dixwest teşhîr bikin bû. Dema derb dikirin bi taybetî nûçegihanên jin tacîz dikirin û aciz dikirin. Ji rojnamevanên jin ên kurd ku binçav dikirin re digotin ‘tu jineke xweşikî çima xwe li vir pûç dikî, çima li cihekî cuda karekî cuda nakî.’”   ‘GEF LI ME HATIN XWARIN LÊ ME DEST JI NIVÎSANDINÊ BERNEDA’    Canozer, da zanîn ku ji bilî medyaya sereke di kevneşopiya Çapemeniya Azad a girêdayî wê ne jî guhertin dane avakirin û got: “Êdî li qadê zêdetir rojnamevanên jin hene. Heta niha tu medyaya sereke nûçeyeke tecawizê ya çawişekî pispor çênekiriye. Lê JINHA’yê tevî gefan û qedexeyên weşanê ev yek dikir. Gelek caran bi gefên ‘wê nûçeyê rakin, em navnîşana we dizanin, em ê werin’ re rûbirû man. Heta ji bo vê hevalên me yên hatin şopandin û heta malên wan jî çûn çêbûn. Hevalên me yên ji ber vê yekê malên xwe guherîn hebûn. Gelek tiştên wiha bi serê me hatin.”   Canozer, diyar kir ku rêya ku weke JINHA’yê dest pê kirin niha weke JINNEWS didomînin û got: “Tevî hemû zextan hêj jî didomînin. Em vê hêzê ji jinên pêşeng ên bi salan e li ber xwe didin digirin. Em ê weke parçeyekî vê têkoşînê nivîsandina xwe bidomînin. Em hêvî dikin ku di serdema pêşiya me ji bo jinan bibe serdemeke ku ji bo jinan destkeftiyan bi dest bixin be. Ji bo jineke rojnamevan jî şûna komkujiyên jinan bibe serdemeke ku destkeftiyên jinan bike nûçe.” Seroka MKG’ê Roza Metîna   DAMEZRANDINA KOMELEYÊ    Seroka MKG’ê Roza Metînayê jî da zanîn ku di pêvajoya Rewşa Awarte (OHAL) ku hemû sazî hatin girtin û dengê çapemeniya mûxalîf hate kêmkirin de Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê avakirin û pişt re komele damezrandine û got: “Armanca me ya bingehîn ew e ku rojnamevanên jin di hawireke azad de bikarin karê xwe yê pîşeyî bikin. Em li dijî zext û êrişên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin xebatên xwe dimeşînin. Em binpêkirinên mafan ên pê re rûbirû dimînin dikin rapor.”   8’Ê ADARÊ DI GIRTÎGEHÊ DE PÊŞWAZÎ DIKIN    Metîna, bal kişand ku rojnamevan ji ber xebatên xwe yên pîşeyî rastî zextên pir alî tên û bi bîr xist ku ligel meha çileyê 10 rojnamevanên jin di girtîgehê de ne. Metînayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa di nava heman mehê de gelek rojnamevanên jin hatin darizandin. Hatin astengkirin ku nûçeyan çêkin û gef li wan hate xwarin. Bi taybetî zextên li dijî rojnamevanên jin ên kurd hêj jî didomin. Zexteke li dijî xebatên wan heye. Rojnamevanên jin ên girtî dê 8’ê Adarê di girtîgehê de pêşwazî bikin.”   ‘EM DENGÊ JINAN IN’    Metîna, bi lêv kir ku medyaya desthilatê civakê manîpule dike û wiha lê zêde kir: “Dixwazin rastiyan veşêrin û civak li dora birdoziya wan pêş ve biçe. Medyaya AKP’ê û MHP’ê bi manîpulasyon û girtinan xwe dide jiyîn. AKP û MHP îro jinan digirin, îşkence dikin, destûr nadin ku bi awayekî azad bixebitin. Jinên ku dengê jinan radigihînin darizînin û digirin. Lê tevî hemû zextanjî em ê li qadan bin. Em ê kamera û wênegirên xwe dîsa qadên 8’ê Adarê ji civakê re ragihînin, peyama jinan ragihînin û bibin dengê rojnamevanên jin ên girtî. Bi vî awayî têkoşîna ku heye dê were domandin.”   ‘MKG CESARETÊ DIDE’    Metîna, bal kişand ku damezrandina MKG’ê cesaret da rojnamevanên jin û destnîşan kir ku jibo nûjenkirina rojnamevanên jin roleke girîng dikeve li ser milê komeleyê. Metînayê axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ji damezrandinê ve me atolye li darxistin û tevlibûna gelek jinan çêbû. Li ser rojnamevaniyê gelek perwerde û nîqaş hatin birêvebirin. Vê yekê jî kelecaneke mezin da rojnamevanên jin. Li dijî feraseta ku dixwaze pêşiyê li rojnamevanên jin bigire, bû qadeke têkoşînê. MKG berdewama mîrateya Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan û Denîz Firatan e. Di vê wateyê de qada xwedîderketina mîrateya jinên berxweder e. Di vê çarçoveyê de xebat tên meşandin û hêzê dide jinan. Em ji vir bang li hemû jinên rojnamevan dikin; Em di çarçoveya 8’ê Adarê de xwedî li mafên xwe yên rojnamevaniyê derkevin û di bin banê MKG’ê de werin bahev. Em li dijî feraseta ku hebûn û nasnameya jinan tune dihesibîne têbikoşin. Bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ em ê di 8’ê Adarê de li qadan bin û li dijî êrişên AKP’ê û MHP’ê bi hev re bibin bersiv.”   SIBÊ: Jinên karkerên çandiniyê ku nikarin tev li 8’ê Adarê bibin   MA / Eylem Akdag