Jinan li Silopiyayê dar çandin 2024-03-02 15:01:47   ŞIRNEX - Jinan di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê de li mezraya Sofîsalîm a navçeya Silopiyayê dar çandin.   Li gundê mezra Sofîsalîm ya gundê Rihanîyê girêdayî navçeya Sîlopiyayê ya Şirnexê ku li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye Midûrîyeta Polîtîkaya Jinan a Şaredariya Silopiyayê û Meclisa Jinan a DEM Partiyê di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de dar çandin.    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan, namzeta hevşaredariyê ya DEM Partîyê ya Silopiyayê Jiyan Ormanli, endamên Meclisa Dayîkên Aşitîyê û aktivîstên TJA’yê û gelek jin tev li bûn. Berîya çandina daran dayîkan govend gerandin.    ‘HÛN DAREKÊ BIBIRIN EM Ê HEZARAN DARAN BIÇÎNÎN’    Piştî çandina daran Hevşaredara HDP’ê ya Silopiyayê Adalet Fîdan axivî. Fîdan, di axiftina xwe de bal kişand ser qirkirina xwezayê û wiha axivî: “Ez 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz dikim. Weke ku tê zanîn li ser çiyayên Kurdistanê qirkirin heye. Em dibêjîn hûn darekê bibirin em ê hezaran daran biçînîn. Ji ber ku jin jiyanê diafirînîn. Di heman demê de li girtîgehan tecrîdeke giran heye. Ji bo ku balê bikşînîn li ser wê em li vir in.”   Bername bi dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.