Di kampanyaya 'Jin, jiyan, azadî' de ber bi fînalê ve 2024-03-03 09:57:03   AMED - Kampanyaya TJA’yê ya "Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” dê di 8’ê Adarê de bê temamkirin. Ji aktîvîstên TJA’yê Nevriye Çur anî ziman ku kampanyaya wan dê bi dawî bibe lê têkoşîna wan wê her tim bidome.    Tevgera Jinên Kurd ku li dijî êrişên ser jinan ên li Kurdistanê û ji bo avakirina civakeke azadîxwaziya jinê têdikoşin, kirin ku karektera sedsala 21’emîn li gel azadiya jinê be. Li aliyekî sedsala 21’emîn bû yek ji sedsalên herî zêde êriş li ser têkoşîna azadiya jinê û li hêla din jî têkoşîna jinên kurd li tevahiya cîhanê hate naskirin. Bi taybet jî jinên ku li Bakur bûn hedefa îktîdarê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakê biryara xwebirêxistinkirê dan û têkoşîna xwe mezin kirin.    TÊKOŞÎNEKE DOMDAR    Jinên ku di sala 2005’an de di bin sîwana Tevgera Jinên Azad a Demokratîk (DOKH) de têkoşiyan, di sala 2015’an de di bin sîwaneya Kongreya Jinên Azad (KJA) de rêya xwe domandin. KJA di sala ’ 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûn de (KHK) hate girtin. Jinên ku di 20’ê mijdara 2016’an di bin sîwana Tevgera Jinên Azad (TJA) de hatin gel hev, bi kampanyayên cuda xebatên xwe domandin. Jinan di kampanyaya xwe ya ewil de anîn ziman ku pirsgirêka sereke neçarserkirina pirsgirêka kurd e û muxatabê wê yê sereke jî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e. Di vê çarçoveyê de di 26’ê çileya 2017’an de kampanyaya “Na ji dîktatoriyê re” dan destpêkirin.  Kampanya ji du qonaxan pêk dihat û bi dirûşmên “Ez xwedî li Rêbertî, Xak û Azadiya Xwe Derdikevim” û “ Bi Rêbertiyê re em ê teqez bi ser kevin” berdewam kir.    Piştre jî di 11’ê hezîrana 2017’an de li Stenbolê starta kampanyaya “Dê tecrîd winda bike, azadî bi ser keve” da. Her wiha li Êlihê kampanyaya “Em ê pêşî li qirkirina jinan bigirin, jiyanê azad bikin” hate destpêkirin ku heta 25’ê mijdarê anku 4 mehan dom kir. Di sala 2019’an de li 5 herêman heta kanûnê kampanyaya “Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser pêyan” da destpêkirin, di 21’ê gulana 2020’an de kampanyaya “Piştevanî dide jiyîn” da destpêkirin. Di 15’ê îlona 2020’an de jî li dijî tacîz, destdirêjî, şerê taybet û pişaftinê kampanyaya “Em xwe diparêzin”  hate destpêkirin û di sala 2021’an de bi dirûşmên “Li dijî qirkirina jinan, nîjadperestî, şer û tecrîdê em ber bi azadiyê ve dimeşin” û “Li dijî nîjadperestî û zayendperestiyê êdî bes e” berdewam kir. TJA’yê di 15’ê îlona 2023’yan de jî bi dirûşma “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” kampanya da destpêkirin. TJA’yê biryar da ku kampanya heta 8’ê Roja Jinan a Cîhanê berdewam bike. Di qonaxa ewil de li bajar û navçeyan civîn l dar xist, di qonaxa duyemîn de jî ji polîtîkayên tecrîd û şerê taybet heta  têkoşîna zayendê û tundiyê, di gelek mijaran de atolye  li dar xist û xebatên perwerdeyê kir. Di qonaxa sêyemîn a kampanyayê de jî li gelek bajaran panel û çalakî li dar xist.    Aktîvîsta TJA’yê Nevriye Çur got ku tevî hemû cureyên zext û êrişan jî kampanyaya wan berdewam kir û 6 meh li pey xwe hiştiye. Çur, têkildarî kampanyaya Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” ku 6 meh li pey xwe hişt axivî.    ROJEV TECRÎDA LI SER ABDULLAH OCALAN E    Çur, bi bîr xist ku starta kampanyayê li Tirkiye û Kurdisetanê dane destpêkirin û wiha got: “Me starta kampanyaya xwe li Silopiyayê û Stenbolê da. Aktîvîstên jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê xwe gihandin jinan. Di civînên li taxan hatin kirin de derket holê ku pêdivî bi kampanyayeke wiha heye. Ji bo ji pirsgirêkên jinan ên civakê re bibin bersiv me xebatekî wiha da destpêkirin. Di hemû xebatên xwe de me hewl da bibin bersiva vê. Di hevdîtin û xebatên xwe yên li taxan de me civînên gelek berhemedar li dar xistin. Piştre jî me li Îzmîr, Stenbol û Êlihê panel li dar xist. Me pêşengtî ji 25’ê Mijdarê re kir.”    Çur, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pirsgirêka kurd kûrtir dike û wiha domand: “Lewma jî yek ji rojevên me yên sereke yên kampanyayê jî têkoşîna li dijî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bû. Di hevdîtinên beriya kampanyayê de me dît ku tecrîd di rojeva jinan de ye. Tecrîda li ser birêz Ocalan kete sala 26’an. Li Îmraliyê polîtîkayeke tecrîdê ya pir giran heye. Ev tecrîd bandorê li civak û gelan jî dike. Li holê şerek heye û bûdçeya welêt ji bo şer tê xerckirin. Lewma jî tecrîd bandorê li her qadê dike. Heke tecrîd bê şikandin, dê polîtîkayên şerê taybet jî bi dawî bibin. Heke bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin dê pirsgirêka kurd jî bê çareserkirin. Di civînên me yên bi jinan re de ev tevek jî hatin nirxandin.”    DORPÊÇA TIRYAK Û FIHÛŞÊ   Di berdewamê de Çur anî ziman ku bi taybet jî jinan di civînan de bal kişandine ser polîtîkayên şerê taybet û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her jina ku em pê re axivîn digot ku zarokên wan ketine tora tiryakê. Me dît ku bikaranîna madeyên hişbirê ketiye bin 9 saliyê de. Malbat jî ji vê rewşê gelek aciz in. Bikaranîna madeyên hişbirê li Kurdistanê pir bela bûye. Malbat êdî nikarin pêşî li vê rewşê bigirin. Me jin perwerde kirin bê ka divê çawa nêzî zarokên xwe bibin. Di vê mijarê de berpirsyartiya herî mezin dikeve ser milê malbatê. Divê malbat di ferqa polîtîkayên dewletê de bin.”    Çur, destnîşan kir ku li Kurdistanê xortên ciwan neçarî bikaranîna madeyên hişbirê û jinên ciwan jî ber bi fihûşê ve tên kaşkirin û wiha pê de çû: “Dixwazin bi rêya fihûşê jinan ji nirxên xwe dûr bixin. Li hêla din jî dema hêzên ewlekariyê sûcên tacîz û destdirêjiyê dikin jî serî li polîtîkayên necezakirinê didin. Piştî ku şaredariyê li Kurdistanê hatin xespkirin, em dibînin ku pirsgirêkên jinan zêdetir bûne. Bi girtina sazî û komeleyên jinan re êdî çi deriyên ku jin serî lê bidin nema ne. Di vê mijarê de şerê taybet herî zêde li Kurdistanê bandorê li jinan dike.”    JI DIRÛŞMEKÊ PIR WÊDETIR E   Di berdewamê de Çur bi lêv kir ku “Bi jin, jiyan, azadiyê ber bi azadiyê ve” ji dirûşmekê pir wêdetir e û ev nirxandin kir: “Jinan di vê têkoşînê de bedelên giran dan. Ji ber nasnameya jinê her roj cînayetên tên kirin û jin rastî destdirêjiyê tênn. Destdirêjî ne tenê ji hêla fîzîkî ve, her wiha mafên jinan ji destên wan tên girtin, tên xespkirin û ev yek jî destdirêjî ye. Di vê çarçoveyê de serhildaneke li dijî neheqiyên li jinan tên kirin e. Ji ber vê yekê jî jin tev li kampanyayê bûn û têkoşîna jinan mezintir dibe. Jinan pirsgirêkên xwe vegotin, me ji bo çareseriyê nîqaş kirin.Nîqaş û hevdîtinên yekser bi jinan re hatine kirin çêbûn. Me li her derî xist û em bi zarok û ciwanan re axivîn. Ev hevdîtinên me dê heta 8’ê Adarê bidomin.”    ‘TEKANE RÊ TÊKOŞÎN E’   Çur, bal kişand ser guherîna ku jinan di nava demê de bi têkoşîna xwe afirandin û axaftina xwe wiha qedand: “Di pêvajoyên ewil de jinên kurd nedikariyan ji malê derkevin. Ew hêz di xwe de nedidîtin. Beriya derkeve kolanê bi malbatên xwe re nîqaş k irin û dema derketin kolanan jî bi civakê re nîqaş kirin. Ji ber ku tu mafên jinan xuya nedkirin û hebûna wan nedihat qebûlkirin. Civak hînî vê kir, guherand û veguherand. Dema derketin kolanan li dijî dewletê têkoşiyan. Xwebirêxistinkirin wisa bi hêsanî çênebû. Kevneşopiyeke têkoşîna jinên kurd a dîrokî heye. Ji Sarayan heta Bêrîtanan, Evînan û Nagihanan kevneşopiyeke têkoşînê heye. Bi rastî jî me wisa bi hêsanî xwe negihand van rojan. Me gelek bedel dan. Gelek hevalên me di girtîgehan de ne, gelekan xwe feda kirin. Em her tim li ser şopa wan in û dê têkoşîna xwe hêj mezintir bikin.    Her jin dê bi azadiya xwe re azadiya civakê jî bîne. Erê rast e dê kampanyaya me bi dawî bibe lê têkoşîna me dê her tim bidome. Banga me ya ji bo jinan ev e; em tevek biherikin qadan û dengê xwe bilind bikin. Em xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Heke em jin nebin yek û xwedî li têkoşîna xwe dernekevin, dê zîhniyeta nêrza hêj bêhtir bi ser me de were. Ji bilî têkoşînê tu rêyên me yên din nînin.”    MA / Eylem Akdag