Li Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate vekirin 2024-04-29 15:21:38   SEMSÛR - Li gundê Turuş ê Semsûrê Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate avakirin.     Li gundê Turuş ê girêdayî navenda Semsûrê, Navenda Piştevaniyê ya Zarok û Jinan hate avakirin. Navend, ji hêla Komeleya Pêşvebirin û Piştevaniyê ya Gundê Turuşê ve hate vekirin. Armanca ji vekirina navendê ew e ku gelek jin û zarok bên perwerdekirin.    Serokê komeleyê Salih Yildirim di vekirina komeleyê de got ku xebata wan 10 salan domiyaye û piştî kedekî mezin hatiye vekirin. Yildirim, anî ziman ku dê zarok bikarin li vir dersên xwe bixebitin, pirtûkan bixwînin û xwe ji bo ezmûnan amade bikin. Her wiha got ku jin kengî bixwazin dê bikarin mekanên xwe vekin û ji bo pirsgirêkan çareseriyan pêş bixin.    Piştî axaftinan jî navend hate vekirin.