Li Samsunê jinek hate qetilkirin 2024-05-06 10:58:44   SAMSUN - Kesê bi navê Adem Ç. li navçeya Îlkadimê hevjîna xwe Saadet Ç. qetil kir.    Kesê bi navê Adem Ç. (48) li navçeya Îlkadim a Samsunê hevjîna xwe Saadet Ç. (43) ku di qonaxa hevberdanê de bûn, bi çekê qetil kir. Li ser îxbarê polîs û komên tenduristiyê li cihê bûyerê hatin veguhestin. Koman diyar kirin ku Saadet Ç. li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.    Adem Ç. ku esnaf e û ji ber sûcên “Birîndarkirina bi qesdî, gefxwarin, talan û muqawemeta li dijî memûran” 19 qeydên wî yên sûc hene, li cihê bûyerê hate binçavkirin.    Hat zanîn ku Saadet Ç. mamosteya dibistana seretayî ye û du zarokên wê hebûn.