Kovara Jînê bi manşeta ‘Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê’ derket 2024-05-12 09:35:09 STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jînê bi manşeta “Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê” derket.  Kovara Jînê ku her hefteyê di roja yekşemê de derdikeve, di hejmara xwe ya 63’yan de bi manşeta “Berxwedana kurdî ya li dijî pişaftinê” derket. Di vê hejmarê de bal kişand ser polîtîkayên zext û pişaftinê yên li dijî kurdî û berxwedan û têkoşîna li djiî van polîtîkayan hatin vegotin.    Nivîsên di hejmara nû de ev in:   * Kurdiya ku ji cih û warê xwe hatiye sirgunkirin / Leyla Ayaz    * Zimakeê hevrûbûna wî nehatiye kirin: Kirmanckî (Zazakî) / Cemîle Turhalli    * Jin û ziman / Berfîn Suh   * Di qedexeya zimanê dayikê de jin rastî tundiya derûnî tên / Esra Kahraman   * Awaza nepen a can dide çanda kurd: Hozan Mizgîn / Emel Çîftçî   * Jinên pêşeng ên sînemayê / Fatoş Stêrk   * ‘Dayika Xwedayan’ / Munevver Berk