Çalakiyên Roja Dayikan: Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye 2024-05-12 14:24:47 NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Roja Dayikan çalakî hatin lidarxistin. Dayikên Aştiyê wiha gotin: “Ji bo me diyariya herî mezin aştî ye.”  Meclisa Dayikên Aştiyê bi wesîleya Roja Dayikan li pêşiya avahiya xwe ya li Amedê daxuyanî dan. Partiya Herêmên Demkratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de jî tev li daxuyaniyê bûn.    Dayika Aştiyê Kudret Eryilmaz di daxuyaniyê de got ku zarokên wan li cem wan nînin lewma Roja Dayikan ji bo wan weke “roja reş” derbas dibe. Eryilmaz, wiha domand: “Dema zarokên me hatin cem wê demê ev roj dê ji bo me bibe Roja Dayikan. Li ser serê me balafir difirin û me aciz dikin. Her ku diçe tecrîd girantir dibe. Em dixwazin ev pirsgirêk êdî bi dawî bibin. Hem pirsgirêka dayikên kurd hem jî ya dayikên tirk heman e. Banga min a ji bo her kesî ev e; şer tiştekî baş nîne. Bila aştî bê, ji girtîgehan cenaze dernekevin, dayika hêsiran nebarînin, bila aştî û aramî bê welatê me.”    Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê û partiyiyan piştî daxuyaniyê qurnefîl dan dayikan.    ÎZMÎR     Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Îzmîrê jî bi boneya Roja Dayikan li Qada Konakê hatin gel hev û heta Îskeleyê meşiyan. Di meşê de bi zimanê kurdî û tirkî pankarta “Diyariya herî mezin ji bo dayikan aştî ye” hate hilgirtin. Her wiha dirûşma “Bijî berxwedana dayikan” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş piştî meşê axivî û got ku îroj ji bo wan roja xemgîniyê ye. Gumuş, anî ziman ku zarokên wan li girtîgehan hatine qetilkirin û wiha domand: “Zarokên me di hucreyên yekkesî yên girtîgehan de bi gelek nexweşiyan dikevin û dimirin. Mîna hemû dayikan em jî dixwazin zarokên me li ba me bin. Weke dayikên dilê wan biêş, em ji bo vî welatî aştî, edalet û azadiya zarokên xwe dixwazin.”    Piştî çalakiya rûniştinê daxuyanî bi dawî bû.    ŞIRNEX     Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî Meclisa Dayikên Aştiyê têkildarî Roja Dayikan li ber avahiya DEM Partiyê ya Silopiyayê daxuyanî da. Dayikên ku bi laçikên xwe yên spî tev li daxuyaniyê bûn, pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan” hate vekirin.    Di daxuyaniyê de dayika Aştiyê Behiye Nayir axivî. Nayir, Roja Dayikan li tevahiya dayikên cîhanê pîroz kir û daxwaz kir ku roja dayikan bibe wesîleya aştiyeke mayinde.   Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslan axivî. Aslan, anî ziman ku ji bo dayikan xelatê herî mezin aştî ye û wiha got: “Li Kurdistanê dayikbûn zehmet e. Ji ber ku dayikên li ser vê erdnîgariyê bi salan bi kedeke mezin zarokên xwe mezin dikin û piştre jî ew zarok yan tê kuştin yan jî tên girtin. Îro li tevahiya cîhanê şer heye, dayikên Ukrayne, Filistinê, Rojava û Kurdistanê heman êşê dikşînin. Ji ber wê ti ferqa dayikan tune ye. Yê ku ferqê dixe navbera dayikan ev şerê desthilatdaran e.”    ‘ÇARESERÎ ÎMRALI YE’    Ûysal, di berdewama axaftina xwe de got ku encax bi çareserkirina pirsgirêka kurd wê dilê dayikan şad bibe û wiha domand: “Îro li girtigehan jî ev şer didome. Îro bi hezaran girtî di çalakiyê de ne. Girtiyê nexweş hene û înfazên wan tên şewitandin. Çalakiya ku îro hatiye destpêkirin li dijî vê neheqiyê û berdewamkirina tecrîdê ye. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe demokrasî nayê Tirkiyeyê. Ji avakirina komara Tirkiyeyê heta niha dayik êşê dikêşin. Ji bo bidawîkirina şer pêdivî bi çareseriyê heye. Tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan çavkaniya vî şerî ye. Girtî jî ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe di çalakiyê de ne. Weke çareserî birêz Ocalan destnîşan dikin. Dayikên ku zarokên wan di bin wesayîtên zirxî de man, dayikên ku zarokên wan girtî ne, dayikên ku zarokên wan li çiyê çareseriyê daxwaz dikin. Diyariya herî mezin a ji bo dayikan, aştî ye. Lewma divê deriyên zindanan bên vekirin, tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û tavilê çareserî pêk bê.”    Piştî axiftinan daxuyanî bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî”  bi dawî bû.    ÊLİH     Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê jî li avahiya meclisê daxuyanî da. Rêveberên DEM Partiyê jî tev li bûn. Dayika Aştiyê Kamîle Şîmşek di daxuyaniyê de axivî û xwest tecrîd li girtîgehan bi dawî bibe.    Ji xizmên girtiyan Sadiye Yardim jî got ku herî dawî di Cejna Remezanê de bi kurê xwe re axiviye û piştre tu agahî jê negirtiye. Yardim, bang li Wezareta Dadê kir û got: “Vê zilmê bi dawî bikin. Em edaletê dixwazin, aştiyê dixwazin.”    SÊRT     Tevgera Jinên Azad (TJA) li Girê Kizlarê yê Sêrtê çalakî li dar xist. Dayikên Aştiyê, rêveberên DBP û DEM Partiyê, Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş Erdogan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Di çalakiyê de pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav li zindanan. Roja dayikan pîroz be” hate hilgirtin.    Aktîvîsta TJA’yê Emîne Aşkera di çalakiyê de axivî û wiha got: “Hêvîdarim ku êdî dilê dayikan neşewite. Bila îro ji bo hemû gelan bibe wesîleyan aramiyê.”    Maşallah Aslan jî li ser navê Meclisa Dayikên Aştiyê ya Sêrtê axivî û wiha got: “Dayika Makbule di zindanê de ye. Ka qedrê me li ku ma? Heke qedrê me hebûya dayikeke 83 salî girtî nedibû. Zarok gul û diyariyan didin zarokên xwe. Zarokên me girtî ne. Em aştiyê dixwazin. Em naxwazin xwîn bê rijandin û dayik bigirin. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe. Dayikên me hestiyên zarokên xwe dixwazin. Kezeba me dişewite, em aştiyê dixwazin. Divê dayikên leşker-polîsan jî aştiyê bixwazin. Hêvîdarim êdî ji girtîgehan cenaze dernekevin.”    'DAYIKÊN DI GIRTÎGEHAN DE HENE’   Piştî axaftinan, hunermendên Komeleya Botanê (Botan-Der) stranên kurdî gotin. Parlamenter Sebahat Saritaş Erdogan piştre axivî û wiha got: “Dayikên Aştiyê hêj li zarokên xwe digerin. Li vî welatî dayikên di 83 saliya xwe de di girtîgehê de hene. Dayikên Aştiyê li vî welatî hene. Ev dayikên ku kezeba wan di şewite çiqas bedel bidin jî dîsa daxwaza aştiyê dikin. Li her derê li dijî zilm û derhiqûqtiyê disekinin. Li her derê pêşengtiya azadî û yekitiyê dikin. Roja derhiqûqtî tune be, ew roj ji bo me pîroz e. Heta ku hêsirên çavên dayikan disekinin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê wê rojê diyarî hemû dayikan bikin.”    Piştî axaftinan, çalakî bi gerandina govendê bi dawî bû.