Li Rihayê geşta ‘Roja Dayikan’ 2024-05-14 15:45:46   RIHA - Li Rihayê di çarçoveya Roja Dayikan de ji bo dayikan geşt hat lidarxistin.    Li Rihayê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê di çarçoveya Roja Dayikan de geşt li dar xistin. Hevseroka Şaredariya Hewagê Aygul Kapikayali û gelek dayik tev li geştê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Diyariya herî hêja ya ku bidin dayikan aştî ye” hate vekirin. Dayikên bi tilîtî û çepikan hatine geştê laçikên spî yên remza aştiyê li serê xwe kirin.    ‘OCALAN Û HEMÛ GIRTIYÊN SIYASÎ BERDIN’   Piştî geştê endama Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Mayeser Korkmaz bal kişand ser têkoşîna girtiyan û wiha got: “Em wek Dayikên Aştiyê tim dibêjin. Em aştiyê dixwazin, êdî bes e. Vê zilmê bi dawî bikin, tecrîdê rakin. Di serî de birêz Ocalan, hemû girtiyan berdan. Tekane derdê me, daxwaza me aştî, edalet, heq û hiqûq e.”