MKG’ê rapora meha gulanê eşkere kir: 24 rojnameger hatin darizandin 2024-06-07 13:54:35   AMED - Li gorî rapora Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) ya meha gulanê; ji 17 dozan 24 rojnameger hatin darizandin û ji 1’ê gulanê ve 8 rojnameger girtî ne.    Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) “Rapora Binpêkirinên Mafan ên li Dijî Rojnamegerên Jin” a meha gulanê parve kir. Di beşa nirxandinê ya raporê de hat gotin ku binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin zêde bûne û di mijara têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî de jî paşveçûn heye.    Bi domdarî wiha hate gotin: “Zextên rojnameger pê re rû bi rû dimînin ne tenê bi binpêkirina mafên şexsî bisînor e, di heman demê de zirarekî mezin dide mafê agahîgirtina rast û bêalî jî. Ji bo ewlehiya rojnamegeran û parastina mafê azadiya xweîfadekirinê divê tavilê tevdîr bên girtin.”    8 ROJNAMEGER GIRTÎ NE   Binpêkirinên li dijî mafên rojnamegeran ên meha gulanê wiha hatin rêzkirin: “2 rojnameger rastî êrişê hatin,3 rojnameger hatin binçavkirin û yek jî hate girtin. 4 rojnameger dema nûçe dişopandin hatin astengkirin. 2 rojnameger li girtîgehê rastî binpêkirinên mafan hatin. Derheqê rojnamegerekê de lêpirsîn hate vekirin. Li 4 rojnameger bi giştî 9 sal û 6 meh û 17 roj cezayê hefsê hate birîn. Di 17 dozan de 24 rojnamegeran hatin darizandin. Ji 1’ê gulanê ve 8 rojnameger girtî ne.”