Şaredariya Rezanê hevdîtinên jinan da destpêkirin 2024-06-08 15:07:47 AMED - Hevşaredara Rezanê Leyla Ayaz a di Taxa Bagcilarê de bi jinan re hat cem hev wiha got: “Em ê ne bi ser maseyan, dê bi we re biryaran bigirin.”    Şaredariya Rezanê ji bo plan û projeyên xwe li gorî pêdiviyên jinan amade bikin û bikin biryar dest bi hevdîtinên jinan kir. Hevdîtin li Mala Rezan a girêdayî Midûrtiya Xizmetên Jin û Malbatê hat li dar xistin û Hevşaredar Leyla Ayaz û rêveberên şaredariyê tev li hevdîtinê bûn.    Hevşaredar Rezanê Leyla Ayaz di hevdîtinê de anî ziman ku pêdiviyên bajar herî baştir jin bi xwe dizanin û diyar kir ku hevdîtina wan kiriye jî ji ber heman armancê pêk anîne. Ayaz da zanîn ku ew taybetî ji bo jin û zarokan çavkaniyan peyda bikin dê hemû derfetên xwe seferber bikin û got ku ew ji bo vê yekê jî gelek serlêdan jî kirine. Ayaz bilêv kir ku wan li gorî pêdiviyan plansaziyên demkurt, demnavîn û demdirêj amade kirine û wiha axivî: “Em ê bi ser maseyê rûnenin û dê biryaran negirin. Divê em li cihê wê pirsgirêkan tespît bikin û biryarê bidin.”     JINAN PIŞTGIRÎ DAN   Piştre jinên tev li hevdîtinê bûne mafê axaftinê girtin, anîn ziman ku şaredarî di bin barê qerekî giran de ye û diyar kirin ku li dijî vê yekê baweriya wan bi rêveberiya şaredariyê tê. Jin diyar kirin ku pêdiviya wan bi hilberîn û tev li pêvajoyên hilberînê bûnê heye, hewcehî bi kooperatîf, bazarên semtan ên jinan, kursên pîşeyî hene û ji bo zarokên xwe jî daxwaza  kargehan, qadên civakî, çandî û perwerdeyê kirin. Jin taybetî xwestin li dijî pêgirêdana madeyên hişbirê ji dayik, bav û zarokan re perwerde were dayîn û xwestin di vê mijarê de çi ji destê kê were pêk bîne. Di nav daxwazên jinan  herî zêde ji bo ciwanan pirtûkxane û qadên werzîşê derketin pêş     Jinan diyar kirin ku divê ji bo zarokên ku pêdiviya wan bi perwerdeya taybet heye re qad werin avakirin, anîn ziman ku ew astengiyan mezin dijîn û xwestin qadên bêpere werin zêdekirin.