Li Eskîşehîrê jinek û zarokê xwe hatin qetilkirin 2024-06-13 13:35:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Kesê bi navê Osman Nûrî K., ji Edeneyê çû Eskîşehîrê û keça xwe Merve Karabaş û kurê wê yê 7 salî qetil kir.    Kesê bi navê Osman Nûrî K. ê ji Edeneyê çû Eskîşehîrê, keça xwe Merve Karabaş (31) û neviyê xwe yê 7 salî Alp Karabaş bi çekê qetil kir. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Merve Karabaş a li Midûriyeta Çandiniyê ya Bajar dixebitî, serê sibehê saet di 07.30’ê de tevî kurê xwe ji bo biçe kar ji mala xwe ya li navçeya Odunpazariyê derket. Osman Nûrî K. di vê navberê de li kolanê derket pêşiya wan û di navbera wan de nîqşa derket. Piştre jî Osman Nûrî K. bi çekê keça xwe qetil kir û neviyê xwe Alp Karabaş ê ji cihê bûyerê reviyayî jî ji pişt ve da ber guleyan û qetil kir.    Welatiyên derdorê yên bûne şahidê bûyerê hewl dan Osman Nûrî K. lînç bikin. Lê polîsên hatin cihê bûyerê nehiştin.    Faîl Osman Nûrî K. hate binçavkirin.